Sûka sergirtî ya Minbicê bûye navenda tevgera bazirganiyê

56

Sûka sergirtî ya Minbicê ji ber ku tê de pêdiviyên cuda bi nirxên baş peyda dibin, bûye ciyê bikiran û bazirganên herêmên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyê.
Sûka sergirtî ya Minbicê ango “Sûka Gelerî” ji girîngtirîn û kevntirîn sûkên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Rojane gelek bikir û bazirgan berê xwe didinê.
Herwiha gelek pêdiviyên bi bihayê guncew peyda dike. Ji ber wê li ser asta bazirgazî û aborî xwediya girîngiyeke mezin e.
Li gorî hinek çavkaniyan, sûk sala 1885`an hatiye avakirin. Rûbera wê fireh e û gelek dikan bi awayekî endezyarî bi hev ve hatine girêdan. Hinek bi çîmento hatine girtin û hinek jî hesin li ser hatiye girtin.

 

 

TEVGERA BAZIRGANÎ JI BERÊ VE ÇALAK E
Ji ber cihê bajarê Minbicê yê stratejîk ku gelek herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê bi bakur rojavayê wê ve girê dide, tevgera bazirganî tê de nasekine. Ev jî taybetmendiyên ku li derekê din peyda nabin, dan bazirganiya Minbicê.
Niha Minbic dergehê herêmên nakur û rojhilatê Sûriyê ye. Tê de 3 dergehên sereke hene ku herêmên Rêveberiya Xweser bi herêmên din ve girê dide. Dergeh ev in; Um Cilûd li bakur rojavayê bajêr, Ewn Dadat li bakur û Taîhe li rojavayê bajêr.
Peydabûna ewlehiyê hîmek din e ku bandor li tevgera bazirganiyê dike. Nexasim ku li sûka sergirtî ku xwe bi xwe ava kir û bû meqseda gelek bazirgan û bikirê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê yên cuda.
Derbarê mijarê de cîgirê hevserokatiya Komîteya Aborî ya Minbicê Cemîl Mihemed ji ANHA re axivî û wiha got: “Sûk bi şêniyên bajêr, gundên wê û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê yên cuda qerebalix e. Tê de tevahiya pêdiviyên welatiyan peyda dibin.”
Mihemed wiha domand: “Ji bilî bazareke taybet ji bo zêran, dikanên caw, cilên hazir, madeyên xwarinê û beşek taybet a pêlîstok û xişiran hene.”
Mihemed diyar kir ku sûk berê bi firotina hevrîşm, caw û nalên hespan navdar bû ku ji wir karwanên bazirganiyê ber bi Iraq û Tirkiyê ve dest pê dikirin. Herwiha ji wir karwanên hec jî dest pê dikirin.

KEVNAR E Û HÊ MEQSEDA GELEK BAZIRGAN Û FIROŞKARAN E
Li nava Sûka Sergirtî li aliyê bakur mizgefta mezin heye. Ev mizgeft hemwextî avakirina sûkê hatiye avakirin. Li aliyê rojavayê wê jî, hemam heye. Beriya aloziya Sûriyê ya 2011`an, bûbû meqseda turîstan.
Sûk dişibe sûkên din ên li Heleb û Şamê û teşeya avahiyên wê heman in.
Hisên El-Xenaimî xwediyê dikanekê li sûkê ye têkildarî mijarê wiha axivî: “Sûk berê bi navê Sûka Ukaz dihat naskirin. Minbic li ser riya Herîr bû ya ku ji Çîn û Hindistanê dihat û diçû welatên rojavayî. Bazirgan li Minbicê vedihesîn û pişt re rêwîtiya xwe temam dikirin.”
Hisên destnîşan kir ku sûk destpêkê sala 1885`an tenê 5 dikan bûn. Pişt re sala 1916`an fireh bû. Sala 1994`an bazirganên sûkê, zemîna wê bi mermerê dûz kirin û niha tê de zêdetirî 650 dikan hene.
ANHA