Şêniyên Hesekê û Çilaxa şehîdên meha Sibatê bîr anîn

50

Şêniyên bajarê Hesekê 152 şehîdên meha Sibatê bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Hesekê merasima bîranîna 152 şehîdên meha Sibatê yên şoreşa rojavayê Kurdistanê û bakur û başûrê Sûriyê li dar xist.
Merasim li goristana Şehîd Dijwar ya li gundê Dawidiyê yê Hesekê hat li darxistin. Bi sedan malbatên şehîdan beşdar bûn.
Di merasimê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Esad got, şehîdên me ji bo azadî û rûmeta gelên bakur û rojhilata Sûriyê canê xwe feda kirin û hêrêmên me ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.”
Bi navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê fermandar Remedan Badînî jî got, bi saya şehîdan me gelek destkeftî bi dest xisitn. Gelên bakur û başûrê Sûriyê ji bo jiyaneke aram û ewla canê xwe feda kirin.”
Merasim bi durişmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Li Çilaxa jî Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 19 şehîdên meha Çile û Sibatê de li cihên cuda şehîd bûyîn, merasimek li dar xist.

Di merasimê de hevserokê PYDê Enwer Mûslim got, bi saya şehîdan em hene. Ew şehîd bûn da ku em di ewleyiyê de bijîn.
Pişt re li ser berxwedan û lehengiya şehîdan sînevizyonek hat pêşandan û wêneyên şehîdan tevî nasnameyên wan radestî xizmên wan hatin kirin.
Merasim bi durişmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
ANHA