Şêniyên Hecînê şehîdên meha Sibatê bîr anîn

57
????????????????????????????????????

Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrezorê 5 şehîdên di pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrezorê ya Sibata 2018’an de şehîd bûyîn, bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarokê Hecînê bi beşdariya malbatên şehîdan, fermandarên leşkerî û Meclisa Gel û hevserokên wê merasima bîranînê bi rêxistin kir.
Şehîdên hatî bîranîn yên Hêzên Sûriya Demokratîk ev in: “Cemal Ebdullezîz, Lorans El-Şecîf, Amir El-Ibêd, Hemûd El-Henzal û Emaş El-Elî.”
Merasima bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re rêveberê nivîsgeha şehîdan ya Meclisa Dêrezorê ya Leşkerî, Şemlan El-Mixlêf axivî û wiha got: “Fedakariya şehîdên me ji bo parastin û rizgarkirina welat kirîn, hêz û îradeya me xurttir kir. Wê her tim ji bo gelên azadîxwaz bibin ronahî.”
Di dawiya merasimê de malbatên şehîdan li ber wêneyên şehîdan find pê xistin.
ANHA