Rûsya têkildarî ketina helîkoptera xwe daxuyanî da

59

Rûsyaya têkildarî ketina helîkopetera xwe ya li Til Temir got, helîkopter ji ber sedemên teknîkî neçar ma dakeve û tiştek bi taximên wê nehatiye.”
Wezareta Parastinê ya Rûsya bi daxuyaniyekê diyar kir ku roja Yekşemê dema helîkoptereke wan li asîmanê herêma Til Temir ya gundewarê Hesekê digeriya bûyer çêbûye. Herwiha da zanîn ku leşkerên di helîkopterê de dimildest veguhestine balafirxaneyê û xeter li ser jiyana wan nîne.
Wezaretê ragihand ku li ser leşkerên di helîkopeterê de ti êriş çênebûne.
Li gorî agahiyên çavkaniyan dayîn ANHA, helîkoptereke Rûsyayê di navbera gundê El-Rêhaniyê û El-Qasimiyê yên li bakur rojavayê navçeya Til Temir ya kantona Hesekê de ket xwarê û 3 leşkerên wê birîndar bûn.