Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li PDK`ê kir ku rojnamevanên Behdîna berde

56

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) derbarê girtiyên Behdîna yên di girtîgeha Hewlêrê de nameyek ji hikumeta aşûrê Kurdistanê re şand û bang kir ku rojnamevanên hatine girtin, berdin.

16’ê Sibatê Dadgeha Ceza ya Hewlêrê 6 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa birîn. Ev biryar li başûrê Kurdistanê û derveyî welat bû sedema bertekan. Herwiha hê nêzî 50 kesên din yên ji aliyê PDK’ê ve hatîn destgîrkirin, di girtîgehê de ne.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) li ser girtina rojnamevanên Behdîna, ji nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî re nameyek şand.
Rêxistinê di nameya xwe de darizandina rojnamevanan bi darizandineke ne adil bi nav kir û got, niha 5 rojnamevan ketine greva birçîbûnê û tê payîn ku heta 16’ê Adarê çalakiya xwe bidomînin. Divê kesên hatîn girtin bê şert werin azadkirin.