Pêngava duduyan ya Keziyên Kesk

70

Darîn Silê/Qamişlo

Yek ji karên herî girîng û herî pêwîst şînkirina derdor û çandinî ye. Çimkî bingehê jîngehê yê yekê ye. Di Heman demê de bedewiyê dide xwezaya jiyanê û qirêj û tozê jî kêm dike. Bi vê hişmendiyê li Qamişlo pêngava duduyan ya bi navê “Keziyên Kesk” dest pê kir.
“HER KU DIÇE NEXWEŞÎ PIRTIR DIBE”
Derbarê mijarê de endamê Keziyên Kesk Mehmûd Çeqmaq wiha axifî:” Ji ber ku herêma me herêmeke petrolê ye, zerer digihe xwezayê û gelek nexweşî çêdibin. 80% nexweşên penceşêrê ji milê Cizîrê ne. Çimkî cihê şîntayî lê kêm be û xweza qirêj bibe, nexweşî jî lê pir dibe. Ji bo wê me dest bi projeyeke wiha kir. Despêkê hin nîqaş hatin kirin, lê di encama nîqaşê de me biryara projeyeke bi navê “Keziyên Kesk” da. Îlona 2020an me dest bi projeyê kir. Komîteya me ya zanistî jî heye. Projeya me wê nêzî pênc salan dewam bike. Niha em di pêngava duduyan de ne. Despêkê em axê dixin kîsan, pişt re daran diçînin.”
Mehmûd Çeqmaq axaftina xwe wiha qedand: “Piraniya daran yên fêkî ne (Tirî, Hejîr, Hinar û hwd). Gelek sazî û şerîkeyan cihê xwe di projeyê de girtine. Ji bo dagirtina kîsan jî her roj saziyek bi me re dibe alîkar. Xwendekarên Zanîngeha Rojava jî alîkariya me dikin. Armanca me ji vê projê ew e ku civak li xwezaya derdorê xwedî derkeve. Ev jî ji bo jiyaneke xwezayî ye. Proje ne ya me tenê ye, projeyeke civakî û çandî ye. Ji bo wê em bi hêvî ne her kes beşdarî bibe û alîkariya me bike.”

 

 

 

“WÊ NÊZÎ DU MILYONAN DAR WERIN ÇANDIN”
Endezyarê çandiniyê Ferhat Reşîd Îsa li ser projeyê wiha axivî: “Ez li vir çavdêriyê dikim û di çandina daran de jî dibim alîkar. Ev proje wê di milê xwezaya herêmê de guhertineke pir mezin çêke. Herwiha çanda civakê jî xurtrir dike. Darên em diçînin li gorî hewaya herêmê ne. Wê nêzî du milyonî dar werin çandin. Em bi hêvî ne civak bi me re alîkar be. Çimkî proje ji bo civakê hatiye danîn.”