Partiya Pêşeroja Sûriyê ji bo 8 Adarê sîmînerek li dar xist

64

Lêzan EVDIKÊ/Qamişlo

Bi durişma (Hevrîn û Nadiya soza xebata me û riya şoreşa me ne)  li bexçê xwendinê ya bajarê Qamişlo, Partiya Pêşeroja Sûriyê  ji bo roja cîhanî ya jinê çalekîyek bi semîner li darxist.

Endama Partiya Pêşeroja Sûriyê, Şîlan Ehmed li ser vê çalakiyê wiha axivî: “Destpêkê, em vê roja pîroz li hemû dayikên şehîdan pîroz dikin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Ev çalakî ji bo rêxistkirina jinan ku bizanibin hemû roj divê bibin roja jine. Jibo 8 adarê gelek çalekî di pilansazîya me de hene.”

Şîlan Ehmed dîyar kir ku jin wê bi dûrişmeya xwedî derketina şehîdê xwe yê jin wê bi ser bikeve û wiha davî bi axiftina xwe anî; “Dijminê me ji hêza jina jib o azadîyê tekoşîn dike, jina zaniyar û rewşenbîr pir ditirse, ji berku jin êdî rola xwe di hemû babetan de digire û hebûna xwe xwedî derdikeve.”

Çalakî bi stran û dîlan hat bi dawîkirin.