“Li milekî koçberî li milê din astengdarî”

51

Darîn Silê/Qamişlo

Di jiyanê de gelek astengî hene, lê her astengî bi rengekî cuda bandorê dike. Ku yek ji wan jî astengiya bedenê ye. Bandora van astengiyan di koçberiyê de girantir dibe. 9ê Cotmeha 2019an ji ber êrişên dewleta tirkî yên ser Serê Kaniyê bi dehhezaran malbat neçararî koçberiyê bûn ku me di nava wan de gelek kesên astengdar dîtin.

“BI ŞEV Û ROJ EZ BI WAN VE MIJÛL IM”
Derbarê dagîrkirina Serê Kaniyê û koçeriyê de welatiya bi navê Edle Zêf Cezaa ya ji Serê Kaniyê wiha axivî: “Piştî dagîrkirina bajarê me, em neçarî koçberiyê bûn. Despêkê em çûn Hesekê, lê rewşa me li wir jî ne baş bû. Ji ber wê em hatin Amûdê, di xaniyê kirê de bi cî bûn. Kiriya xanî 125 hezarê Sûrî ye. Rewşa me ya aborî pir xerab e. Hemserê min li şaredariyê kar dike û fonê wî 200 hezar e, lê têra me nake. Ji ber wê ez neçar bûm kar bikim. Ez li malan karê baqijiyê dikim. Pênc keçên min hene, sisê ji zikmakî astengdar in. Yek 12, yek 4, ya mezin 13 salî bû lê berî sê salan ew mir. Doktor dibêjin astengiya wan di mejî de ye. Lê heta niha ti çareserî nehatiye dîtin. Bi şev û roj bi wan ve mijûl im. Çimkî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin, ez bi destê xwe xwarinê didim wan. Jixwe ya piçûk nikare hereket jî bike. Ji ber ku ez wan hiltînim û datînim, di pişta min de dîsk çêbûye. “

“JIYANA MIN PIR BIÊŞ E”

Edle Cezaa axaftina xwe wiha qedand: “Kûrê min nînin, çend çêbûn lê di heman rojê de mirin. Jiyana min pir biêş e, hem li ber zarokên xwe dimînim, hem karê derve dikim. Astengdariya zarokên min ne bes bû bi ser de koçberî jî hat.”