Koalisyona Navneteweyî wê girtîgeha li Hesekê ya DAIŞ`î tê de, fireh bike

71

Koalisyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Emerîka ragihand ku niyeta wan heye girtîgeha li bajarê Hesekê ya çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin, berfireh bikin û wê Brîtanya vî projeyê fînanse bike.

Cîgirê fermandarê Koalisyona Navneteweyî general Kevin Copsey ji malpereke emerîkî re got, wê girtîgeh bi qasî du qatan were firehkirin ku girtîgeh ji 3 avahiyan pêk tê û nêzî 5 hezar girtiyên DAIŞ`î tê de ne.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Brîtanya got, wê welatê me xebata berfirehkirinê fînanse bike.
Hin berpirsên leşkerî hişyarî dabûn ku wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nikaribe girtîgehan heta hetayê biparêze û gotibûn, çekdarên xwedî tecrûbe dibe ku ji wan avayiyan birevin û careke din tev li şer bibin. Lêbelê xuya ye ku koalisyon piştgiriya girîtgeha Hesekê ku bi DAIŞ`iyan dagirtî ye, çareya herî baş dibîne.
General Paul Calvert ku bi wê yekê hatiye erkdarkirin, got armanc ew e ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi awayekî baştir kontrola wan avahiyan bikin. Calvert diyar kir ku dema niha û tevî ku QSD`ê carna dikeve girtîgehê da ku telefonên destan û tiştên din yên hatîn derbaskirin, desteser bike. Lêbelê ji ber dagirtîbûna girtîgehê li gorî hejmara nobedarên wê dihêle ku çalakiyên bi vî rengî pir kêm û xeternak bin.
Calvert di hevpeyvînekê de li navenda Koalisyona Navneteweyî ya li Bexdayê roja Sêşemê gotibû, bi firehkirina girtîgehê re wê girtî bi rêjeyeke mezintir bên belavkirin, ji bo ku li hundir torên çeteyan neyên avakirin.”
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Brîtanya bi daxuyaniyekê diyar kir ku proje di çarçoveya hewldanên koalisyonê yên pêkanîna istiqrarê li herêmê de, pêk tê.
ANHA