Jibîrkirin xîyanet e

134

Jiyan BOZO/Qamişlo

Dibêjin eşq pir zor e û ti hest û helwest nikarin bînin ziman. Li bakur û rojhilatê Sûrî ji 9ê Cotmeha 2019an ve piştî dagîrkirina Serê Kaniyê gelek ciwan bi agirê eşqa welatê xwe dişewitîn û ti tiştî nikarî kela volkana dilê wan vemrîne.

“ÇI DIBE BILA BIBE EMÊ LI SERÊ KANIYÊ VEGERIN”

Têkîldarî mijarê rojnemevan Lêzan Evdikê wiha axivî: “Ez ji bajarê Serê Kaniyê me. Ez 19 salî me, fakûlteya endeziyariyê dixwînim û li rojnameya Ronahî dixebitim. Serê Kaniyê ji min re can, candek, zarokatî û hebûna min e. Ev salek e ji warê xwe dûr ketime. Lê rojekê jî ji xeyalên min qut nebûye û nabe jî. Dema ew koçberiya bi sedhezaran tê ber çavê min, dilê min diêşe. Min qet bawer nedikir ku emê jî rojekê ji xaka xwe ya pîroz derkevin. Pir li zora min diçe dema hin kes li ser navê Serê Kaniyê parsê dikin. Ji dema em derketîn heta niha ez qet li malê rûneniştime. Çimkî dem ne dema rûniştinê ye. Min di her qadê de kar kir. Min bi dayîka xwe re û hin saziyên mafê mirovan re alîkarî li koçberên kampan belav kir. Çimkî welatê me dagîrkirî ye û bi sedhezaran koçber bûne.”
Lêzan Evdikê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha bi pênûsa xwe têkoşîna xwe didomînim. Bi vî temenê xwe yê piçûk dikarim ji dagîrkeran re bibim bersiv û dengê gelê xwe. Girî ne çareserî ye, divê her kes li hemberî vê rewşê bihêrs be û têkoşîna xwe xurt bike. Ji bo rizgarkirina Serê Kaniyê, Efrîn û Kurdistanê bi giştî divê em yakîtiya xwe ava bikin. Çi dibe bila bibe emê li Serê Kaniyê vegerin.”

“EZ WÊ ROJA REŞ JI BÎR NAKIM”

Mamoste Bêrîvan Temûş jî wiha got: “Ez ji warê berxwedanê Serê Kaniyê me. Mamaosteya zimanê Kurdî me. Ez çi bêjim têrê nake. Çawa ku mirov bê dayîka xwe sêwî û tenê ye, dûrbûna ji Serê Kaniyê jî heman tişt e. Ma zarok bê dayîk dibin, can bê dil dibe? Emê çawa bê wê xaka pîroz bijîn? Ez nikarim bi çend peyvan wê hesretê binirxînim. Nêzî salek û 5 mehan e ji warê xwe dûr ketime. Min ti carî xeyal nedikir ku ji Serê Kaniyê dûr bikevim. Min ji xwe re digot, du roj in û emê dîsa vegerin. Lê mixabin bû salek ku em jê dûr in. Mozaîka gelan îro reş girê daye. Jiyan lê kirin dojeh. Bi çi mafî welatê me dagîr kirin. Bi sedhezaran koçber kirin. Bajar bi giştî talan kirin. Ez wê roja reş ji bîr nakim. Dema dûmana reş bi ser bajêr ket, êdî jiyan lê bi dawî bû. Xwestin me tine bikin. Lê em zarokên agir û rojê ne, ti carî serî ji wan re danaynin. Bi salan e vê hovîtiyê dikin, lê nikarin me tine bikin. Çimkî em naviyên Kawayê Hesinkar in.”
Bêrîvan Temûş bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo em dewleta tirkî ya dagîrker têk bibin û kesên xwefiroş ceza bikin, divê em yekîtiya xwe ava bikin. Me li Serê Kaniyê bi sedan şehîd dan. Ji bo wê divê em li wê berxwedenê xwedî derkevin. Çimkî jibîrkirin xiyanet e. Em jî xiyanetê li wê xakê û xwînê nakin. Ez ti carî hêviyên xwe qut nakim. Emê vegerin ser wê xaka pîroz. Emê vegerin bihişta xwe.”