Ji bo azadîya rojnamevanên PDK`ê girtîn kampanye hat destpêkirin

53

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) ji bo azadiya 5 rojnamevan û çalakvanên di girtîgeha PDK`ê de dest bi kampanyaya komkirina imzeyan kir.
16’ê Sibatê Dadgeha Hewlêrê bi îdiaya “sîxûrî û têkbirina aramiya başûrê Kurdistanê” ji bo Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezaya girtîgehê birî. Ev biryar li başûrê Kurdistanê û derveyî welat bû sedema bertekan.
Di vê çarçoveyê de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) ji bo piştgirî û azadiya 5 rojnamevan û çalakvanên Behdîna yên girtî bi riya înternetê dest bi kampanya komkirina imzeyan kir.
Amnesty İnternationalê ragihand ku ev her 5 kes bi neheqî û neqanûnî hatine girtin. Herwiha daxwazî ji Dîndar Zêbarî dike ku ji bo berdana wan kar bike.
Hûn dikarin li ser vê linka li jêrê imzeya xwe bidin.
https://www.amnesty.org.uk/urgent-actions/iraqkrg-journalists-must-be-released-immediately