Heskirina wî ya mûzîkê hunera kurdî zindî kir

60

Dilîn EHMED/Qamişlo

Her hunermend di temenekî de hestên hunerê di dilê wî de lê dixin. Hunermend Seîd Yûsiv jî di temenekî piçûk de huner di hestên wî de dijene û wê pişt re ji bo hunermendên rojavayê Kurdistanê bibe çavkanî.
Hunermend Seîd Yûsiv 10ê Nîsana 1947an li taxa Qidûrbeg ya bajarê Qamişlo, ji dayîk bûye. Di sala 1966an de bavê wî Tembûrekê bi 13 kaxizên Sûrî dikire û riya hunerê jê re vedike. Di heyama du salan de bênavber Seîd Yûsiv stiranên Kurdî li ser wê sazê çêdike. Stirana xwe ya yekê (ji gotin û awazên wî) “Eman Neman Cîhan” sala 1967an dibêje. Pişt re ew stiran navdar dibe û ji hêla hunermend Şivan Perwerer ve jî tê gotin. Hunermned Seîd wê demê berê xwe dide Lubnanê û li wir Koma Newroz ava dike. Seîd Yûsiv herwiha ji hunermenda navdar Semîra Tewfîq re jî awaz çêkiriye.
NAVÊ “MÎRÊ MÛZÎKÊ” LÊ HAT KIRIN
Hunermend Seîd Yûsiv dibêje; hunermendê binavûdeng Ferîd El-Etreş û mûzîkjenê navdar Ferîd Xisin ji min re bûn bingehê awazjeniyê. Mîrê Bizqê yê Ereb yê navdar Mihmed Ebdulkerîm dibêje, Seîd Yûsiv piştî min bûye “Mîrê Bizqê” û dixwaza bizqa wî ya taybet ji Seîd re bê diyarîkirin. Lê gelo wê Seîd Yûsiv piştî xwe vî navî bide kê. Ew wiha dibêje: “Hê min kesek nedîtiye ku navê xwe bidimê. Lewre mîrekî daye min, pêwîst e ez jî bidim hunermendekî jêhatî.”
“WÊ DÎROKA BEHSA BAVÊ MIN BIKE”


Keça hunermend Seîd Yûsiv Şebal Seîd Yûsiv, di bîranîna wî de wiha axivî: “Destpêkê dixwazim bêjim bavê xwe, keçên te bîriya te kirine. Bavê min Seîd Yûsiv bi hezaran stiran ji gotin û awazên xwe çêkirine. Wî hunera kurdî zindî kir. Ji ber ku stiranên bavê min her tim bi demê re bûn, ji 55 salî heta roja îro xelk lê guhdarî dikin. Ne ji ber ku bavê min e ez wiha dibêjim, Seîd Yûsiv bingehê mûzîka gelê Kurd e. Hêvî û daxwaziya wî her tim ew bû ku xaka Kurdistanê azad bibe. Ji wiha zêdetir ez behsa wî nakim, lewra wê dîrok behsa wî bike.”
JI BO PÊŞXISTINA HUNERA KURDÎ LI KEDA WÎ XWEDÎ DERKEVIN


Hunermend Îbo Can jî Seîd Yûsiv wiha bîra an: “Em bi koça dawiyê ya Mîrê Mûzîkê hunermend Seîd Yûsiv, pir xemgîn bûn. Seîd Yûsiv ji bo pêşxistin û parastina hunera kurdî, pir ked da. Ji ber wê divê em hunermendên Kurd seranserê Kurdistanê li keda wî xwedî derkevin. Wê hunermend Seîd Yûsiv bi deng û awazên xwe, di hiş û dilê me de, zindî bimîne. Ji bo pêşxistina çand û hunera gelê xwe, emê li ser şopa hunermendên mîna Seîd Yûsiv bin. Çimkî em ji heskirina wan ya mûzîkê, moral digirin. Di dawiyê de ji malbata wî û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim.”

BIWEŞîNE
Naverokê berêGundê Nêf
Naverokê piştreHer qada civakê dika şanoger e