Her qada civakê dika şanoger e

53

Leylan RESO/Qamişlo

Bijîşk mirovên nexweş derman dikin, lê şanoger bijîşkên civakê ne. Ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê tevî zor û zehmetiyên kar, xebata xwe ya hunerî pêş dixin. Li Hilala Zêrîn ya li bajarê Qamişlo, ji bo paşroja şanoyê ciwan tên perwerdekirin.
“EZ JI KARÊ ŞANOGERIYÊ PIR HES DIKIM”
Şanogera Hîlala Zêrîn Beraa Hesen li ser xebat û jiyana xwe wiha axivî: “ Temenê min 20 e. Ez ji bajarê Terbespiyê me. Ev 3 sal in ji bo şanogeriyê li Qamişlo bi cî bûme û çar sal in karê şanoyê dikim. Ji karê şanogeriyê pir hes dikim. Bavê min jî şanoger bû. Min meraq kir fêm bikim ka çi dike û karê şano çawa ye. Ji ber wê her ku min karê wî didît hestê fêrbûnê bi min re çêdibû. Berî şoreşê kom tev veşartî bûn, komên Newrozan tenê derdiketin. Piştî şoreşê koma me ava bû. Karê şano ne hêsan e. Çimkî ji fêrkirina emûreke teknîkî cudatir e.”

“DI DILÊ HER JINÊ DE HUNER HEYE”
Beraa Hesen di dewama axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Şanoger dikare bikeve rola her kesê di civakê de. Çimkî gel keyfxweşî, êş, bêçaretî, pirsgirêk û şiyarkirin di şanoyê de derdikevin. Herwiha rola siyastmedar û bijîşkan jî dilîzin. Di dilê her jinê de huner heye. Yên çand û huner parastîn jin in. Lê ew jî nakevin ferqê ku ewqas eşqa hunerê di dilê wan de heye. Hin jin hê guh didin civakê û xwe di qalibê çewisandî de dihêlin. Hêvî dikim ku her jin hunera hundirê xwe bêtirs û bêşerm derxe.”