Gundê Nêf

94

Hediya HISÊN/Qamişlo

Gundên herêma Cizîrê xwediyên dîrokeke dirêj zengîn in. Gelek gundên kevnar ku dîroka wan digihîje serdemên cuda li Cizîrê hene. Yek ji wan gundê Nêf e. Li gorî şêniyên gund temenê avakirina gund digihîje 84 salî.
Sala 1934. gundê Nêf hatiye avakirin. Bi dûrayiya 13 Km. li rojavayê bajarê Qamişlo dikeve. Du malbatên binavûdeng (malbata Hisênê Salih û Têlo) gund ava kirine. Dem gund ava dikin di nava axê de kevirekî dibiînin. Li ser kevir nivîsa “Mixtarê Nêf” hatiye nivîsîn. Ji ber wê navê gund dikin Nêf.
Derbarê mijarê de dayîka bi navê Kesûma Ehmedo wiha axivî: “Gundê Nêf gundekî kevnar e. Dîroka wê digihe 84 salî. Di gund de 35 mal, dibistan û komînek hene. Sala 1967an di navbera gundiyan û rêjima Beasê de şer derket. Sedema şer jî rêjima Beasê dixwest erdê Kurdan bide Ereban. Ji zarok û zilamên bitemen nêzî 50 kesî hatin girtin. 41 rojî di zindanê de man.


“ZEMANÊ BERÊ JI NIHA XWEŞTIR BÛ”
Sibehan zû em ji xew radibûn. Karê me anîna avê ji bîrê bû. Pişt re jinên gund li ser tenûrê kom dibûn; hem nan lê dixistin hem suhbet dikirin. Karê gund pir bû, bi teybetî payîzê û serê zivistanê. Amadekirina xwerek, seyandina xaniyan diviya ev giş berî zivistanê biqedin. Çandinî û şivantî zilaman dikir û karê malê yê jinan bû. Şahiyên me 7 rojan dom dikirin. Serê sibehan zû radibûn govend digerandin heta dibû êvar. Roja heftan bûk ji mala bavê wê derdixistin. Piştî ku karê me diqediya her êvar jinên gund li malekê civat digerandin. Zilam jî li mizgeftê diciviyan. Mala cihnivînên wê pir bûna ji malmezinan bûn. Lê niha dem hatiye guhertin. Li gund mal zêde bûne lê gundî ne gundiyên berê ne.”