Erdogan dixwaze bibe qehremanê Kurd tine kirîn

67

Zekî BEDRAN

Hîtler piştî ku rêveberî tev xist destê xwe hêza dewletê tev ji bo şer û qirkirinê bi kar anî. Ji bo Hîtler ti nirxên mirovî û exlaqî ne girîng bûn. Rexne û şiyariyan ti bandor lê nekirin. Bi hêzê bawer dikir û her tim hêz bi kar anî. Gotin, qanûn tev kirin parçeyên hêzê û xizmeta şer. Di dawiyê de bû sedema hilweşîna dîrokî ya herî mezin ya dinyayê. Enceq bi şkandina hêzê hat sekinandin. Niha rêveberiya Tirkiyê jî di heman rewşê de ye.
Erdogan tîpekeke mehkûmê desthilatê ye. Êdî ni rewşeke asayî de nikare li ser piyan bimîne. Xerabiyên kirîn, hilweşîna kirî dorpêç kirine. Di encama vê dorpêçê de Bahçeli li ser serê wî kirin qeyûm. Li Tirkiyê du kesên herî faşîst, herî nijadperest, qirker û milîtarîst anîne cem hev. Erdogan bi spartina van hêzan û bi domandina şer li ser desthilatê dimîne. Ji ber wê ev hikumet, hikumeta şer û qirkirinê ye. Di hedefa vî şerî û qirkirinê de jî Kurd hene.
Li Tirkiyê partiyên siyasetê dikin, rewşenbîr û hêzên demokrasiyê divê li gorî vê rastiyê tev bigerin. Kesên Erdogan ji Hîtler cuda bibînin wê xwe bixapînin û bedelên girantir bidin. Dema Erdogan di pîpelkên desthilatê de ber bi jor ve diçû, ti kesî texmîn nedikir ku Tirkiye were vê rewşeê. Yên têkildarî siyasetê û piraniya rewşenbîran bi awayekî Erdogan heq nekirî destek danê. Qaşo wê li Tirkiyê reform bên kirin, bikeve YE û pirsgirêka kurdî çareser bibe. Lê her ku Erdogan dewlet xist destê xwe tiştên erênî li aliyekî, di dest de çi hebe ew jî hin bi hin ji holê rakirin.
Çawa ku tê dîtin Erdogan weke Hîtler gotin, qanûn tev ji bo bihêzbûna xwe bi kar anîn û xistin xizgema şer. Çavkaniyê Tirkiyê tev, piştgiriya derve bi vê armancê bi kar anîn. Bi navê sîstema Serokkomariyê hêz tev li cem Erdogan kom bû. Weke li cem Hîtler kom bûyî. Û ji sala 2015an ve bênavber û bi berfirehî lez û hêz da şer. Şerê cîhanê yê 2. çar salan ajot. Lê yê Erdogan derbas bû. Em salên pêşî û amadekariyê hesab nakin.
Ji bo diyarkirina xerabiyên Erdogan kirîn gotarek têrê nake. Ji bo wê piştî niha em li tiştên ku divê bên kirin binêrin baştir e. Lewre tiştên heta niha hatîn kirin nîşana kiryarên piştî niha ne jî. Mixabin hê yên ev rewş baş fêm nekirîn yan naxwazin fêm bikin hene. Weke hênên hember yên di dema Hîtler de. Di dawiyê de tev hatin tinekirin.
Krîza navneteweyî ya berî şerê cîhanê yê 2. û hişmendiya dewletên Ewropa ya berjewendiyê jî Hîtler xwedî kirin. Hîtler ji van nakokiyan baş sûd girt. Sîstema dinyayê ya niha jî di krîzeke giran de ye. Hevsengiyên di dema şerê cîhanê yê 2. de nemane lê yên nû jî ava nebûne. Hişmendiya Emerîka, Rûsya û Ewropa ya berjewendiyê, nakokiyên di navbera wan de ji Erdogan re qada tevgerê vedike. Dewleta Kurdan û hevalbendên wan nînin. Tirkiye ji dewletbûnê sûdê digire. Weke din endama NATO ye. Tê gotin hevalbenda Emerîka ya stratejîk e. Iraq û Sûriya roxiyane, lewaz bûne. Îran di binê ambargoyê de ye. Weke din pirsgirêka kurdî ya van dewletan jî heye. Her kesê li dijî Kurdan, Tirkiye amade ye her rengê itifaqê bike. Ji dijminiya Kurdan re rêbertiyê dike. Di vê mijarê de wan jî dixe tevgerê.
Ji ber ku PKK xistine lîsteya terorîzmê Tirkiye pir bextiyar e. Bi dehê salan e bi destê Emerîka hereketa Kurdan ya herî mezin bi terorîzmê demxe kirine. Bêguman ev awantajeke mezin dide Tirkiyê û zemînê domandina şer û zemînê şer pêk tîne. Bi ser Emerîka de diçe ku YPGê jî ku bi Koalisyona Emerîka pêşengiya wê dike re DAIŞ şakand, bixe nava lîsteya terorîzmê. Dibêje YPG PKK ye û bi ser Emerîka û Ewropa de diçe. Dewleta tirkî di şerê psîkolojîk û qirkirinê de bûye hoste. Weke din di perwerdeya Emerîka de jî derbas bûye.
Sedemên faşîstekî weke Erdogan li Tirkiyê bûyî desthilat, yek ji wan jî di serî de Emerîka durûtiya Ewropa û xwedîderneketina li nirxên demokrasiyê ye ku diparêzin.
Di nava sînorên Tirkiyê de bajar hatin roxandin. Nêzîkî sed şaredarî yên bi qanûnî hatîn bidestxistin dest danîn ser wan. Bi hezaran endam û rêveberên HDPê avêtin zindanan. Niha jimara Kurdên di zindanan de ji jimara di dema 12ê Îlonê de pirtir e. Emerîka û Ewropa van tevan dibînin. Digel van hêzên Rojavayî destek dan Erdogan, yan jî çavê xwe jê re girtin. Bi saya vê siyastê Erdogan bi hezaran çete li dora xwe kom kirin. Efrîn û Serê Kaniyê dagîr kirin. Bênavber başûrê Kurdistanê û Şingal bombebaran kir. Başûr dorpêç kiriye. Bi dehan baregehên leşkerî li wir ava kirine. Herî dawî 10ê Sibatê êrişî Garê kir. Dîlên xwe kuştin. Pişt re jî PKK sûcdar kir. Ji ber ku Emerîka bi têrayî PKK sûcdar nekir wê jî deyndar derdixe. Herî dawî Erdogan got, emê serhildana Kurdan ya dawiyê bişkînin û bi ser bikevin. Tirkiye bi serê xwe nikare vê bike. Ne ji Emerîka be nikare êrişî Iraqê jî bike. Dixwaze jê re bê gotin, Qeheremanê Kurd tine kirîn û bi wî awayî bikeve dîrokê. Bêguman bi desteka Emerîka û Ewopa