Divê em şoreşa jinan berfireh bikin

98

ABDULLAH OCALAN

Rêber Abdullah Ocalan di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya sala 1998 ‘an de ji MED TV re ev nirxandin kiriye.

Rêber Abdullah Ocalan di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya sala 1998 ‘an de ji MED TV re ev nirxandin kiriye.
‘Divê em şoreşa jinan berfireh bikin da ku şoreşên serdema li pêş me, heta şoreşên sedsala 21’an û pêvajoyên aştiyê yên piştî wan, rast û durist bibin.’
Beriya her tiştî ez ne qayîl im ku tenê 8’ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê. Şertekî teqes yê jiyanê ye ku hemû roj bi jinan û bi jinên azad re bin. Lê rastiya 8’ê Adarê jî pir zelal nîşan dide ku di jiyanê de jin tune ne. Ev yek asta koletiyê nîşan dide ku bi tenê di rojeke wiha de hêjayî bîranînê bin. Ev ji bo min qadeke xebatê ye ku her ku diçe lê hûr dibim. Ez li derveyî şer nabînim. Heta wekî hemû şoreşan divê pirsgirêka herî bingehîn a ku şoreşên îro û bi taybet şoreşa Kurdistanê çareser bike; dahûrandina jiyanê li dora jinan e. Ji pirsgirêkên şer ên herî pêşketî heta aştiyê û pêşketina wê ya li ser bingeheke azad, li navenda van karan e.
Heta ku jin li gel rastiya zîhniyet, îdeolojî, rêxistin, zext û mêtingeriya li dora wan hatiya pêçandin, neyên nirxandin û çareserî li ser vê bingehê neyê pêşvebirin; heta ku şoreş –pê re jî şer- li derveyî jinan bê dîtin, ne mimkun e ku şer bibe şerê azadiyê û ne jî aştiya piştî wê bibe aştiyeke rasteqîn. Şertê pêşîn û sereke yê vê yekê, jihevkirina tora têkiliyan a li dora jinan e. Ji malbatê bigire heta exlaq û heta felsefe û jiyana olî, ev tev di vî warî de çi dibêjin? Ji wê jî zêdetir, çi kirine û difikirin çi bikin? Bi xwe pergaleke çawa hatiye avakirin? Çareserkirina wan tevan, meseleyeke jiyanî ye.
Her ku ez li Şoreşa Kurdistanê hûr bûm, baldariya min a li ser pirsgirêkê zêdetir bû û li çareseriyekê geriyam. Divê ez bibêjim ku ev yek ji şer dûr nîn e. Hem ji bo pêşvebirina şer, hem jî li ser fêmkirina wateya wî ya rast, ez hewcedariyê pê dibînim ku vê pirsgirêkê bi awawyekî cidî binirxînim. Jixwe tê gotin ku ‘bê jin şoreş nabe, jiyan nabe’ û ev rast e. Lê belê di roja îroyîn de hema hema e awayê jiyana bi jinan re, bi ser de jî jiyana bi mêran re ya di bin statukoya heyî de, awayekî jiyanê ye ku ez hê jî ji bo qebûlkirina wê zehmetiyê dikêşim. Heta, heke ez bêjim min şoreşa xwe ji bo guherandina vî awayê jiyanê bi pêş xistiye, belkî jî ez ê rastiyekê bi aşkerayî bînim ser ziman.

‘DIVÊ HEMÛ ROJ WEK ‘8 ADARAN’ BÊN DÎTIN’

Her wekî adet e, heke pirsa ‘8’ê Adarê ji bo jinên cîhanî wateya xwe çi ye?’ bê kirin, bersiva wê dê wiha be; bibîrketin û bibîranîna koletiyeke kûrbûyî, pir sembolîk û heta li gorî min hinekî jî girîngiyeke têra xwe cidî pê nedayîn e. Çima rojek dibe roja jinan? Hêmana bingehîn a jiyanê çima tenê hêjayî bibîranîna di rojekê de tê dîtin? Û rojeke wekî roja dayikan jî diyarî vê rojê dikin. Li gorî min ev nîşaneya bêsamîmiyetê ne, divê ev yek bê derbaskirin. Divê roj hemû wek ‘8 Adaran’ bên dîtin û pêşxistin.

‘EZ PIRSGIRÊKÊ GELEKÎ BERFIREHTIR Û GIŞTÎTIR DINIRXÎNIM’

Ez difikirim ku eleqeya jinê dê gav bi gav bi pêş bikeve. Sedema bingehîn a vê yekê jî israra parastina hebûna cîhaneke serdestiya mêran e ku dê xweziyê bi ya kevn bîne. Di rastiyê de îdeolojiya serdest a mêran, lêanîna wê ya li jiyanê, pirsgirêka jinê girantir kiriye. Bi taybetî di şoreşên dawîn ên sedsala 20’an de ji bo jinan hin pêşketin hebûn, lê belê çareseriyeke tam nehate dîtin. Di rastiyê de li welatên ku reel sosyalîzm lê pêk hat û fermî bû jî, diyar e ku ev yek bi şoreşa jinan re nayê kirin û di kesayetên rêbertiya sosyalîst ên dibêjin ku herî baş ez pîvana jiyanê me jî, rêgezên jiyana klasîk parastin. Rast e ku min ew hinekî cuda dît û pirsgirêk pir berfireh û pir gelemperî (gerdûnî) nirxand.

‘WEK KESAYETEKE MÊR, EZ HÎNA JÎ LÊGERÎNA JIYANÊ DIDOMÎNIM’

Ez li vir tenê bi berçavkirina pêdiviyên şoreşeke rizgariya neteweyî re analîza jinê nakim. A rast feraseteke min a teng a wekî ‘nîvê gel in, bêyî wan şoreş nabe’ ji bo paşvedana rewşa heyî nîn e. Ez hîn berfirehtir pê re mijûl dibim. Ji bo min xebateke felsefe û moralê ye. Ji bo ku ez têgihîştina xwe ya sosyalîst derxim holê, divê ez vê yekê çareser bikim. Wek kesayeteke mêr, ez hîna lêgerîna jiyanê didomînim. Dema pirsa ‘Divê jiyan bi jinê re çawa be, divê jiyan bi giştî çawa be’ tê pirsîn, pirsa ‘divê jiyan bi jinê re çawa be’ pirsek e ku divê ez hîna lê hûr bibim.
Divê ez destnîşan bikim ku ji bo vê yekê pişta xwe nadim tu pêşdarazeke kevnepoşî û nirxekî exlaqî ku ji nêzîkatiyên cinsî bigire heta ji jinê re di hemû qadan de parvekirina jiyanê, di polîtîka û heta xebatên artêşbûnê de parvekirinê, ez dibînim ku pirsgirêk hene. Bi min girîng e ku ev bi aşkerayî bên nîqaşkirin. Ev yek zêdetir min eleqedar dike ku bi tenê di nava sînorên nîqaşê de nemîne û ev yek ber bi çarseriyên şoreşgerî yên balkêştir an jî bibandortir ve were birin. Û vê yekê wek karekî herî sereke dibînim ku divê sosyalîzma serdemê pê rabe. Têkoşîna çînî bi tena serê xwe têrê nake –jixwe di sosyalîzma reel de ev yek gelekî hatiye piştrastkirin- di roja îroyîn de pirsgirêkên qerase yên hawîrdorê, kapîtalîzm-emperyalîzmê çawa xweza bi yekcarî texrîb kiriye û wisa lê kiriye ku jiyan lê nabe. Ji bo vê yekê divê çareseriyek bi şoreşeke sosyalîst çawa bê dîtin, her wisa ji bo meseleya jinan jî têra xwe derbasdar e.

‘ŞER Û AŞTÎ DI ESLÊ XWE DE PIRSGIRÊKEKE JINAN E’

Baweriya min ew e ku ev pirsgirêka têkiliya xwe bi tevahiya qadên jiyanê re heye, li derveyî nêzîkatiyên pergala heyî, ji yên îdeolojîk bigire heta bihevrebûnên pratîk, heta zewac jî divê ji nû ve werin dahûrandin û her wiha di her warî de pêdivî bi nêzîkatiyên nû heye. Heke mirov bala xwe bidê, ev nêzîkatiyên min, nêzîkatiyeke gelekî gerdûnî ye. Bi tenê girêdayî girseya jinan a neteweyî nîn e. Di vî warî de di qada navneteweyî de jî eleqedarî jê re zêde dibe. Feraseteke wiha ya sosyalîzmê, bê guman dê jinan zêdetir bîne rojevê. Pirsgirêka jinan bi tenê di çarçoveya zayendê de –di çarçoveya rêxistinê de na- di hemû qadên civakê de wek ‘divê çawa be’ bê nirxandin. Û her ku bersiv bên jî, dê were dîtin ku şer û aştî di eslê xwe de pirsgirêkeke jinan e. Dê bê dîtin ku heta ku vîna jinan, kesayeta jinan nekeve rojevê, çareseriyên girêdayî ferasetên serdestiyamêran ne şer, ne jî aştiyê bi tena serê xwe hel nakin.
Lewma jî divê em şoreşa jinan berfireh bikin da ku şoreşên serdema li pêş me, heta şoreşên sedsala 21’an û pêvajoyên aştiyê yên piştî wan, rast û durist bibin.

‘MIFTEYA JIYANÊ JÎ, MIFTEYA ŞER JÎ DI DESTÊ ME DE YE’

Mifteya jiyanê jî û ya şer jî di destê me de ye. Ez çi bixwazim, ez ê pê vekim. Ev yek vedîtineke herî bedew an jî qonaxa herî bedew a hatinê ye. Ev ji bo we ye, ji bo mirovên me yên ku tune dikin. Ev ji bo kesên bi gotina ‘tu ne tu tişt î” xwe kêm û bê wate dibînin, pêşketineke pir mezin e. Ev dahênake herî mezin e. Ez vê didime we. Ez dîsa vê yekê dupat dikim û ne ku ji bo ku ez bibêjim heqê min li ser we heye. Tişta ku we di sed salan de bi tena serê xwe nekaribûya bikira, me ji bo we pêk anî, teqdîr bikin.

‘EZ VÊ WÊREKIYÊ LI SER NAVÊ MALBATA XWE NAKIM’

Yên leheng, mezin diafirînin û pêşkêşî gelê xwe, hevrêyên xwe dikin. Dîrok bi wêrekiyên wiha tijî ye. Bêaqil nikarin teqdîr bikin û nikarin hurmetê bidinê, ew xweperest in. Û mîna ku min got, ez vê wêrekiyê li ser navê malbata xwe nakim. Di serî de li ser esasê dilsoziya bi bîranîna şehîdên me yên mezin re ez vê yekê bi saya pabendiya bilind a gelê me dikim û dîsa bi saya pabendiyên we, her çendî pir lewaz bin jî. Ev encama dilsoziyê ye ku em nîşanî nirxên pîroz didin.