“Di pêşîgirtina madeyên hişbir de rola malbatan girîng e”

69

Welaiyên bakur û rojhilatê Sûriyê gotin, di parastina civakê ji diyardeyên neyînî û di serî de madeyên hişbir de rola malbatan pir girîng û sereke ye. Ji ber wê divê di navbera malbatan û Hêzên Ewlekariya Hundir de hevkarî hebe.

Madeyên hişbir ji nexweşiyên herî xeternak yên li hemberî civakan in. Lewre bandoreke neyînî li ferd, malbat û civakê dikin. Herwiha belavbûna wan li ser ewleyî û aramiya civakan xeter e. Ji bo bidawîkirina vê diyardeyê Hêzên Ewlekariya Hundir yên bakur û rojhilatê Sûriyê di nava tevgerê de ne.
25’ê Îlona 2020’an Hêzên Ewlekariya Hundir bi ser ciyê kesên madeyên hişbir difirotin de girtin. Li gorî welatiyan, bê rola malbatê xebata hêzên ewlekariyê têrê nake.
Girêdayî mijarê, welatiya bi navê Gulnaz Ferhan Hisên ya ji Qamişlo diyar kir ku keda Asayişê têrê nake. Lewre bê perspektîf û şîretên dê û bavan ti kes nikare vê çareser bike û vê nexweşiyê têk bibe û wiha got: “Rola dê û bavan di vê yekê de mezin e. Eger her yek ji me nifşekî zana û bi tendurist ava bike, wê demê emê vê diyardeyê têk bibin.”
Li cîhanê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir zêde dibe. Li gorî rapora nivîsgeha NY ya girêdayî hişbir û sûcan ku 25’ê Hezîrana par de weşandiye, rêjeya bikaranîna hişbirê di sala 2020’an de li gorî salên borî ji sedî 30 zêdetir e û zêdetirî 35 milyonî mirov ji ber vê yekê êşî dikişînin.
Hêzên Ewlekariya Hundir hefteya borî bi daxuyaniyekê ragihand ku oprasyonên ewleyiyê yên têkoşîna li dijî hişbirê berdewam in, herwiha got, di operasyonê de 109 kes hatine girtin. Ji wan kesên girtî 17 jin in ku bazirganên hişbirê ji bo belavkirina hişbirê ew bi kar dianîn.
Ezîz Elî yê ji Kobanê diyar kir ku pêwîst e parastina civakê ji hundirê malbatê ve bê kirin û wiha got: “Hêzên Ewlekariya Hundir erkên xwe yên ewleyî û aramiyê pêk tînin. Lê heke asta zanabûnê ya malbatan têrê neke, wê demê Hêzên Ewlekariya Hundir nikarin bi tena xwe parastina civakê bikin.”
Elî destnîşan kir ku rola malbatê di avakirina civakê de bi rêya avakirina nifşekî zana û gihandî mezin e. Lê heke di malbatê de zanakirina durist neyê kirin, ew yek dê bandoreke neyînî li civakê bike û dê bi xwe re hilweşîne.
Li aliyekî din jî Luqman Îsa yê ji Serê Kaniyê ya dagîrkirî axivî û got, malbat di civakê de şaneya piçûk û ya herî sereke ye û rola wê di avakirina civakê de girîng e û wiha got: “Divê her kes alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundir ya têkoşîna li dijî hişbirî û pêşdeçûna civakê bike.”
ANHA