Baxçeyê şehîdan bi xêzkirina wêneyên wan dixemilîne

240

Jiyan BOZO/Qamişlo

Ji bo eşkerekirina hest û helwestan gelek rê û rêbaz pêwîst in. Bavê Kordo, ji bo bikare van hestan derxe holê û berxwedana şehîdan ji her kesî re ragihîne, bi awayekî profesyonel wêneyên wan xêz dike.

“DIVÊ PÊNÛSA BIRAYÊ MIN LI ERDÊ NEMÎNE”
Derbarê mijarê de Mehfûz Ehemed Yûsiv (Bavê Kurdo) wiha axivî: “Ez ji Dêrika Hamko me lê niha li Lubnanê dimînim. Du kur û keçeke min hene. Hevjîna min jineke pir fedekar û zana ye, bi min re pir dibe alîkar. Sala 1991ê em hatin Qamişlo. Li wir di 7 saliya xwe de min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Ez ji xêzkirina wêneyan pir hes dikim. Birayê min şehîd Elî ez fêr kirim. Ji bo ku pênûs û rêngên şehîd Elî li erdê nemînin min xwe pir pêş xist. Çûna wî ya çiyê (1992) bandoreke mezin li min kir. Rojekê jî ji xeyalên min qut nebû. Min heta refa 4an xendiye. 1995an stirana Hebsa Diyarbekir pir bala min dikşand û pir biêş bû. Êdî min nikarî kurdîtiyê ji xeyalên xwe qut bikim. Ji ber rewşa aborî ez ji dibistanê derketim. Bi wî temenê xwe yê piçûk min her kar kir. Li Qamişlo sê ciyên xêzkirina wêneyan hebûn. Lê mixabin gelek caran ez diqewitandim. Lê her ku diçû xwesteka min pirtir dibû. Çimkî min tim digot divê pênûsa birayê min li erdê nemîne. Di malbatê de bav û xwîşka min jî wêneyan xêz dikin.”

“EZ ŞÎRÊ XWE LI TE HELAL NAKIM”
Mehfûz Ehemed Yûsiv axaftina xwe wiha domand: “Bi rastî em çi bikin em nikarin mafên şehîd û malbatên wan bidin. Çimkî ti tişt nikare hestên min bîne ziman. Ji bo ku bikarim şehîdên şoreşê bîr bînim min dest bi xêzkirina wêneyên wan kir. Çimkî gelek malbatan gazind dikirin, digotin, çima zarokên me jî nayên bîranîn. Min xwest bi wêneyên xwe ji wan re bibim bersiv. Ji bo pêkanîna xwesteka dayîka xwe min ev kar bi hostetî kir. Ji ber wê îro bi hezaran dayîkên min hene. Dayîka min her tim digot, ku tu wêneyên şehîdan bi pereyan çêkî ez şîrê xwe li te helal nakim. Ji ber wê min soz dayê ku heta sax bim wêneyên şehîdan tavan çêkim.”

“EŞQ Û DÛRBÛNA JI WELAT PIR ZOR E”
Mehfûz Ehemed Yûsiv bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo wê min cara yekê wêneyê şehîdekî ji Efrînê xêz kir û min ji wir li ser rûpelê xwe ya fecbokê yê bi navê Bavê Kurdo Baxçê Şehîdan weşana zindî vekir. Ez rojane wêneyên pakrewanan xêz dikim. Dilê min wiha şad dibe û dayîk û birayê xwe jî bîr tînim. Ez çar saetan weşana zindî vedikim û gelek malbatên me yên welatparêz jî tevlî dibin. Ez sicîla şehîd bi gîştî û ciyê şehadetê datînim û dest bi xêzkirênê dikim. Ji bo belgekirina lehengiya van pekrewanan çi ji destê min bê ezê bikim. Ezê di demeke nêzîk de vegerim Rojava. Çimkî ez êdî nikarim li vir bijîm. Eşq û dûrbûna ji welat pir zor e. Careke din soza xwe nû dikim ku ezê heta nefesa xwe ya dawiyê şopdarê van qehremanan bim.”