Xiyaneta PDK’ê li dijî serok û şoreşgerên Kurd

94

SERDEM SILO

Biryara dadgeha Hewlêrê ya 16’ê şibatê derheqê pênc rojnameger û çalakvanan ku asayîşa Partî Demokratî Kurdistan (PDK) di van demên dawî de li Behdînanê bi tewanbariya têkbirina ewlehiya herêma Kurdistanê û têkliyên bi aliyên derve re, girtibûn,nerazîbûnek di nava kurdan de û bi taybet li herêma Kurdistanê çê kir. Her wiha rûpelekî nû li sicila xiyaneta PDK’ê zêde dibe, dema ku siyasetmedarê Kurd Omer Bartan ê ji bakurê Kurdistanê radestî dewleta Tirk a faşist dike. Dema ku mirov dîroka PDK’ê dixwîne rastiya wê eşkere dibe, PDK’ê ji dema hatiye damezirandin ve heta niha dijberên xwe tesfiye û tune dike.

PDK’ê di giştî dîroka xwe de, heta roja îro, hemû rikber û dijberên xwe û heta serok û têkoşerên ji beşên din ên Kurdistanê tesfiye û tune dike. Nemaze ji bo paya xwe li Herêma Kurdistanê biparêze û desthilatdariya xwe li Herêmê bidomîne. Ji sî salî ve ev desthilatdarî nehatiye guhertin û her tim di destê malbatekê û partiya wê de ye. Dema ku em li dîroka PDK’ê vegerin em ê bibînin çawa ku PDK’ê hemû rikber û dijberên xwe û hemû kesên li derveyî siyaseta wê tesfiye û tune kirine.

Dema ku em hin buyerên dîrokê vedibêjin, em ê bibînin çawa PDK’ê serkirdeyên xwe di nava partiya xwe de û li peşên din ên Kurdistanê tesfiye kirine. Di sala 1972’an de piştî ku 12 kadroyên Partiya Komînîst a Îraqê perwerdeyeke xwe ya siyasî li Soviyêtê bi dawî kirin, dema ku bi riya Sûriyê vedigeriyan Îraqê û piştî ku derbasî Devera Behdînanê bûn, ji aliyê berpirsyarê leşkerî yê PDK’ê Îsa Siwar ve tên girtin û hemû tên kuştin, heta niha jî gorên wan ne diyar in li ku hatine binaxkirin.

Piştî mirina Mistefa Barzanî, bi fermana Idrîs Barzanî û Mesûd Barzanî, endamê komîteya navendî ya PDK’ê Şêx Mihemed Hersîn hate revandin û tesfiyekirin û ji wê demê ve hevjîn û zarokên wî nizanin li ku hatiye binaxkirin an avêtin. Bi sedan nav hene ku PDK’ê di hundirê partiyê û derveyî wê de tesfiye kirine û heta niha kesek nizane li ku derê hatine binaxkirin û çawa PDK’ê cenazeyên serokên şoreşê û têkoşeran winda kirine.

PDK’ê bi tesfiyekirinên di hundirê partiyê de bes nekir. Li Rojhilatê Kurdistanê komeke şoreşgeran dest bi çalakiyên li dijî rêjîma Şahê Îranê kirin da ku mafê gelê Kurd bistînin, ji bo vê yekê jî Silêman Miênî ku bi navê Faêq Emîn tê nasîn û Melle Ehmed Şalmaşî ku bi navê Melle Aware tê nasîn û Îsmaîl Şerîf Zade, Mihemed Emîn Sîracî, Qadir Şerîf, Xelîl Şawbaş û Ebdullah Îshaq ku bi navê Ehmed Tewfîq tê nasîn li gel gelek hevalên wan ên welatparêz di navbera salên 1967 û 1968’an de komîteya şoreşê ava kirin û birêxistin kirin.

Çalakî, xebat û têkoşîna koma şoreşgerî ya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê hişt ku rêjîma Îranê li hember gelek astengiyên mezin rû bi rû bimîne. Têkliyên vê rêjîmê bi PDK’ê re xurt û kevin bûn, da ku têkoşîn û xebata şoreşgeran li Rojhilatê Kurdistanê asteng bike û wan tesfiye bike. Rêjîma Îranê ji PDK’ê xwest ku şoreşgerên Rojhilata Kurdistanê bikuje û tesfiye bike. Li ser vê daxwazê PDK’ê kordîneya xwe bi alîgirên xwe re zêde kir û dest bi reşkirina şoreşgeran kir û li dijî wan propaganda da meşandin. Çekdarên PDK’ê li devereke nêzî Sîtik a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê kemînek ji şoreşgeran re vegirtin û di encamê de serkirde Silêman Miênî û Xelîl Şawbaş hatin girtin û li pêş çavên Silêman Miênî rêhevalê wî Xelîl Şawbaş gulekirin.

Piştre Miênî ji bo girtîgeha baregeha bi navê fermandariya şorerşê di wê demê de hate şandin. Di girtîgehê de û di bin çavdêriya Mustefa Barzanî bi xwe de Silêman Miênî rastî gelek binpêkirinan hat û hewldan teslîmkariyê li wî ferz bikin da ku li gel wan bixebite. Lê tevîhemû hewldanan Miênî bi mêrxasî û bi berxwedaneke bê hempa li hemberî desthilatdariya PDK’ê teslîmkarî qebûl nekir. Piştî ku hemû hewldanên wan têk çûn di 15 Gulana 1968’an de PDK’ê bi fermana Barzanî Silêman Miênî gulebarankirin û cenazeyê wî radestî berpirsyarê istixbarat û ewlehiya netewî ya rêjîma Îranê ku jêra dihat gotin (Sawak) general Biyatî kirin.

Çalakiyên kuştina têkoşer, serok û şoreşgerên Kurd li Rojhilata Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve di wê demê li ber kuştina serokê Kurd Miênî  û hevalê wî ranewestî, lê belê çalakiyên wan li dijî Melle Aware û Sedîq Incîl Azer û gelek têkoşer û şoreşgerê û pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê hatin meşandin ku hejmara wan bêtirî 70 şoreşger û têkoşer bûn.

Ev xiyaneta PDK’ê hêjî ranewestiyaye û li dijî şoreşgerên Bakurê Kurdistanê jî yên weke Seîd Alcî û Dr. Şivan û gelek kesayetên kurdî yên din ên Bakurê Kurdistanê hate meşandin. Dema ku niha em li kiryarên PDK’ê yên derheqê çalakvan û siyasetmedaran temaşe dikin, çi li Herêma Kurdistanê û çi jî li beşên din ên Kurdistanê, divê em rastiya riya xiyaneta PDK’ê nas bikin ku di giştî dîroka xwe de rikber û dijberên xwe tesfiye dike. Dema em kiryarên PDK’ê li dijî çalakvan û rojnameger û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê dibînin, rastiya PDK’ê baş derdikeve hole ku ji dema damezirandina wê vex eta xiyanetê hilbijartiye û danûstandinê bi dagirkerên Kurdistanê re dike. Lê qonaxa niha û rewşa niha ya siyasî û buyerên bi lez tên guhertin êdî her kes rastiya PDK’ê nas dike û rastiya xiyaneta wê weke xayînên din ên di dîrokê de dê were eşkere kirin. Çawa ku pêxember Ûsif rastiya perestgeha Amûn riswa kir, gelê Kurd jî dê rastî û xiyaneta PDK’ê bê guman eşkere bike.