Li hemberî destdirêjiya li Tirbespiyê gel pir bihêrs e

83

Hediya HISÊN/Qamişlo

27ê Sibatê li bajarê Tirbespiyê sûcekî bêexlaqiyê hat kirin. Hat gotin, welatiyê bi navê Ebdilehed Goriyê (47) destdirêjî li keçeke 4 salî kiriye. Malbata zarokê derbarê kesê gumanbar de doz kir.

Derbarê mijarê de ji berpirsên dozgeriya herêma Cizîrê Hisên Fatimê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin. “Destdirêjî mijareke bêexlaqiyê ye. Dozgeriya Giştî ji bo lêkolînê kesê gumanbar û hevjîna wî destgîr kirine. Agahiya me bi dest xistî gumanbar dermanê xewê daye zarokê û destdirêjî lê kirye. Gelê me daxwaziya darvekirina wî dike. Lê di zagonên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhelatê Sûriyê de darvekirin nîne. Gotinên ku dibêjin ji bo berdana kesê gumanbar kenîsê destê xwe xistiye mijarê, derew in. Rewşa zarokê ya tendrustî baş e. Piştî ku lêkolîn biqede emê her tiştî bidin xuyakirin.”