Zanîngeha Rojava beşdarî pêngava”Biskên Kesk” bû

36

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava beşdarî pêngava “Biskên Kesk” ya bi armanca zêdekirina rûberên kesk li bakur û rojhilatê Sûriyê, bûn.
Pêngava dilxwazî ya civaka sîvîl ku ji Cotmeha 2020’an ve bi durişma “Biskên Kesk” dest pê kiriye, dewam dike. Pêngav ji bo zêdekirina rûberên kesk û şîntayî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye.
Sedema navlêkirina vê pêngavê bi biskên kesk, vedigere rola jinan ya pêşeng, beşdariya wê di qadên şer de û keda wê ya mezin di parastina xakê de. Herwiha sedema din jî ji ber biskên keçên Êzîdî yên bûyîn qurbanên DAIŞ’ê.
Amadekirina pêngavê li ser 3 qonaxan pêk hat, pêngava yekê çandina tov bû, pêngava duduyan çandina çiqilan bû û pêngava sisiyan jî piştî amadebûna şitilan, belavkirina daran li ser herêman bû. Herwiha komîteya zanistî çavdêriyê li ser xebata vê pêngavê dike.
Wê darên cuda yên mîna tirî, hêjîr, tû, hinar û hwd bên çandin. Tê payîn ku fistiq di merheleya bê ya ji Adarê ve werin çandin û hin darên ku bi tov tên çandin, biçînin.
Çavdêrê li ser insiyatîfê û hemleyê ziwar Şêxo diyar kir ku hemleya “Biskên Kesk” wê bandoreke erênî li herêmê bike û wiha got: “Erêniyên vê hemleyê ji aliyê aborî ve gelek in. Çimkî wê cureyên zêde ji fêkiyan li herêmê dabîn bike û dê bedewbûnekê li herêmê çêke û bibe piştgiriya başbûna jînegeh û hawayê.”
Şêxo diyar kir ku hemle heta çandina 4 milyon şitilî wê dewam bike. Herwiha insiyatîf jî ji tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên girîngiyê didin jînegehê re vekirî ye.
Zanîngeha Rojava beşdarî hemleya “Biskên Kesk” bû, bi wê re jî rûbera parka zanîngehê çandin. Di hemleya çandina daran de, xwendekar û mamosteyên Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya herêma Cizîrê beşdar bûn.
Tê payîn ku ev hemle di hefteya bê de derbasî herêmeke din ya Qamişlo bibe, da ku çandina 4 milyon şitilî li Qamişlo temam bibe.
Tê texmînkirin ku ev hemle li tevahî bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê û li gorî derfetên heyî, derbasdar be.
ANHA