Siyasetmedar: Rexneyên ENKS`ê yên astengirina diyalogan ne rast in

49

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çepgir ya Demokratîk ya Kurd li Sûriyê û endamê Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) Salih Gedo diyar kir ku astengiyên ku ENKS derdixe, behane ne û birêvebirina diyalogan asteng dikin.
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li bajarê Qamişlo Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî li dar xist. Siyasetmedar, reweşnbîr, hiqûqnasên Kurd û saziyên civaka sîvîl beşdarî komxebatê bûn û bal kişandin ser van nakokiyan, rewşa gelê Kurd û Kurdistanê nîqaş kirin û bi riya nîqaşên xwe nêrîneke kurdî ya niştimanî pêşniyar kirin.

‘HELWESTA ENKS`Ê DIYALOGÊN KURDÎ LEWAZ DIKE’
Sekretêrê Giştî yê Partiya Çepgir ya Demokratîk ya Kurd li Sûriyê û endamê Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) Salih Gedo sedema derengmayîna qonaxa sisiyan ya diyalogan eşkere kir û got, divê ENKS sedema derengmayîna qonaxa sisiyan eşkere bike. Lewre helwest û bertekên wan diyalogan lewaz dikin û rê li pêşiya berdewamkirina diyalogan digirin.
Gedo di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ez bawer dikim ku astengiyên ENKS derdixe, behane ne. Ji ber wê divê ENKS li xwe vegere, li ser maseyê diyalogan bicive, rê nede pirsgirêkên heyî ku danûstandinan lewaz bike û hewldana vekirina defterên gazinan neke, ji ber ku defterên gazinan wê nekevin xizmeta wê.”

‘DERXISTINA ASTENGIYAN ISBATA GIRÊDANA BI DIJMINÊN DOZA KURDÎRE YE’
Lêkolîner û siyasetmedarê Kurd Azad Elî diyar kir ku astengiyên ku di danûstandinên kurdî de derdikevin, encama hişmendiya hin aliyên kurdî yên siyasî ye yên ku naxwazin xwestekên Kurdan bi cih werin û nêzîkî dijminên doza kurdî ne û wiha got: “Ev alî naxwazin nakokiyên heyî bi diyalogan werin çareserkirin, heta xwe erkdar nabînin ku bigihîjin çareseriyeke siyasî jî.”
Azad Elî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê diyalogên kurdî dewam bikin û hîn zêdetir berfireh bibin da ku civaka sîvîl ya kurdî jî hembêz bike û beşdarî çareserkirina pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî de bibin, herwiha di wê baweriyê de bin ku ev danûstandin riya yekane ya çareserkirina doza kurdî ye.
ANHA