“Serkeftina Garê, serkeftina Şingalê, bakur û rojhilatê Sûriyê ye”

42

Bi hezaran şêniyên Dêrikê û navçeyên wê ji malbata şehîd Ebducebar Mihemed (Xabûr Dêrik) ku di berxwedana Garê de şehîd bûye, sersaxî xwestin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê ya girêdayî Qamişlo, şandeyên ji saziyên sîvîl, leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundir, Hêzên Hawarî, Hêzên Trafîkê, oldar, Meclisa Rûspiyên Eşîran û partiyên siyasî berê xwe dan Navenda Şehîd Bawer ku sersaxiya malbata şehîd Xabûr Dêrik bikin.
Dema welatî gihîştin Navenda Şehîd Bawer ya ku bi wêneyên berxwedana Garê û wêneyên şehîd Xabûr Dêrik, al û sembolên kurdî hatibû xemilandin, durişmên bijî berxwedana garê, şehîd namirin avêtin.
Piştî merasimê ji fermandarên YPG’ê Botan Dêrik axivî û wiha got: “Berxwedana Garê, destaneke dîrokî ya nû li têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanî nivîsand û planên bi armanca berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gelên herêmê bi bin xistin.”
Dêrik wiha domand: “Serketina Garê serketina Şingal, bakur û rojhilatê Sûriyê û tevahî parçeyên Kurdistanê ye. Divê em li hember planên dewleta tirkî ya faşîst yên bi hedefa têkbirina vîna me, bisekinin.”
Endamê rêveber yê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Dêrikê Hesen Ubeyd îşaret bi planên dewleta tirkî ên bi hedefa têkbirina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan kir, ku êdî rêber Ocalan bûye rêberê gelên azadîhez.
Hevserokê Desteya Hundirî ya herêma Cizîrê Kenan Berekat bi navê Rêveberiya Xweser wiha axivî: “Girtina rêber Abullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de bû û êrişa li dijî Garê, berdewama vê komployê bû.”
Endama rêveber ya Kongreya Star ya Dêrikê Şadya Yûsiv axivî û serkeftina berxwedana Garê ya ku destanên lehengî û fedayiyê li dijî dewleta tirkî şikandiye pîroz kir.
Li aliyekî din jî bi navê oldarên Dêrikê Yûsif Ehmed wiha got: “Şehîd li gel xwedê û mirovan pîroz e. Ji ber ew canê xwe di oxira parastina rûmet, xak, pîrozî û nirxên mirovahiyê de feda dikin.”
Bi navê malbata şehîd Xabûr Dêrikê jî, Viyan Hesen wiha axivî: “Dewleta tirkî ya faşîst tevahî çereyên çekan bi kar anîn. Lê gerîlayên HPG’ê berxwedaneke dîrokî ya bêhempa raber kir û destaneke dîrokî li ser destanên di dîroka têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de zêde kir.”
Dotmama şehîd, Viyan Hesen da zanîn ku berxwedana Garê destana qehremantiyê nivîsand, da ku nifşên pêşerojê bi azadî û rûmet bijîn.
Wesîqeya Şehadetê;
Nav û Paşnav: Ebducebar Mihemed. Navê tevgerî: Xabûr Dêrik. Navê bav: Îsmaîl. Navê dê: Zelîxe. Dîroka tevlêbûnê: 2013’an. Dîroka Şehadetê: 14’ê Sibata 2021’an
ANHA