Şehîdên Çile û Sibatê bi merasimeke biheybet hatin bibîranîn

38

Şêniyên bajarê Dêrikê bi merasimeke bi heybet 61 şehîdên li cih û salên cuda meha Çile û Sibatê de şehîd bûyîn, bîr anîn.
Merasim ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Dêrikê ve li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê hat lidarxistin. Merasîm ji bo bîranîna 61 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG, YPJ`ê, Hêzên Erkê Xweparastinê, Hêzên Ewlekariya Hundir, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Sootoro, hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Dêrikê Mehmûd Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin. Pişt re li ser berxwedana şehîdan snevizyonek hat pêşandan.
Pişt re Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û fedekariya gerîlayên HPG`ê ya li Garê pîroz kir û got, wan destanên lehengiyê li dijî artêşa tirkî ya dagîrker nivîsîn.
Hiso got, serkeftina Garê di navbera gelê Tirk û fermandarên dewletê de tevlîhevî çêkir. Çimkî ku wan leşkerên xwe kuştin. Hemleya wan ya faşîst li hembreî hêz û îradeya gerîlayên HPG`ê yên li Garê bi bin ket.”
Merasima bîranînê bi tilîliyên dayîkan û durişmên silavkirina berxwedana HPG û QSD`ê bi dawî bû.
ANHA