Rojnamevan: Astengkirina Ronahî TV li Başûr nayê qebûlkirin

43

Rojnamevanan diyar kir ku qebûlnekirina Ronahî TV li başûrê Kurdistanê cihê fikaran e û bang li rayedaran kirin ku demildest destûra karkirinê bê dayîn.

Nûçegihanê Dengê Emerîka Zana Umer û endamê rêveberiya VON Radyoyê Xoşman Qado diyar kirin ku qebûlnekirina karkirina Ronahî TV ji aliyê hikumeta başûrê Kurdistanê ve, cihê fikaran e û gotin divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin.
Nûçegihanê Dengê Emerîka yê Rojava Zana Umer vekirina nivîsgeha Ronahî TV li başûrê Kurdistanê weke “pêdiviyekê” bi nav kir û got, bi çavên Ronahî TV em dixwazin başûrê Kurdistanê nas bikin û bişopînin.
Zana Umer xwest xebata çapemeniya azad neyê astengkirin û got, bi serbestî karkirina Ronahî TV li başûrê Kurdistanê wê xebata çapemeniyê ya li herêmê jî dewlemendtir bike.

‘RONAHÎ TV DIKARE BIBE PIRA DI NAVBERA ROJAVA Û BAŞÛR DE’


Umer diyar kir ku dema DAIŞ’ê êriş kir, Ronahî TV xwediya misyoneke dîrokî bû ku rastiya li herêmê derxist holê û belav kir û got, di êrişên dawî yên dagîrkeriyê yên li ser Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê de û dema DAIŞ’ê êrişî gelek deveran kirî, 25 rojnamevan hatin kuştin. Bi birîndar bûn. Ronahî TV bi ked û hewldaneke mezin heta roja îro hat. Ji bo me girîng e em logoya Ronahî TV li herêma başûrê Kurdistanê bibînin û em ji vê bi hêvî ne. Em dixwazin bi nûçe û bernameyên ku Ronahî TV çêke û ji perspektîfên cuda başûrê Kurdistan nas bikin û lê temaşe bikin.”
Endamê rêveberiya VON Radyoyê û rojnamevan Xoşman Qado jî ev nirxandin kir: “Divê ji bo hemû dezgehên çapemeniyê yên li hemû welatan destûrnameyên kar bên dayîn. Divê teqez xebatên weşangeran neyên astengkirin. Nehiştina ku Ronahî TV li herêma başûrê Kurdistanê ofîsên xwe veke, ji bo azadiya çapemeniyê fikar e.”


Xoşman Qado xwest hikumeta Başûrê Kurdistanê êdî çapemeniya azad neke hedef û wiha got: “Ronahî TV jî wekî hemû rêxistinên ku li wir kar dikin, mafê wan heye ku li Başûr ofîsên xwe veke, ji ber ku belgeyên xwe yên pêwîst ên qanûnî pêşkêşî aliyên peywendîdar kirine. Eger pirsgirêkek hebe, kêmasiyek hebe, bi ya min divê hikumeta Herêma Kurdistanê ji rêveberiya Ronahî TV re ragihîne.”
ANHA