“Rewşa aborî ya xerab û seqetiyê ez naçarî parsê kirim”

59

Lêzan EBDIKÊ/Qamişlo

Piştî derketina şer li Sûrî gelek pirsgirêkên civakî derketin. Digel koçberî, perçebûna malbatan, bihabûn û kêmbûna derfetên kar, xizanî û pars jî bûn parçeyên jiyana rojane. Ev pirsgirêk bûn sedem ku gelek jin berê xwe bidin parsê û destê xwe vekin.
Pars diyardeyeke kevin e, lê di dema niha de zêde bûye. Hina ji xwe re kiriye adet, hina jî ji ber rewşa aborî ya xerab ji xwe re kiriye kar û pîşe. .

“ŞERM E LÊ EZ NEÇAR IM”
Li bajarê Hesekê jina bi navê Hamîda Alewîd ku parsê dike, li ser parsê wiha axivî: “Ji bo peydakirina pêdiviyên malbata xwe, ez navçe navçe digerim. Dizanim karekî şerm e, lê çi bikim. Ji ber rewşa giran ya malbatê pars bû çavkaniya jiyanê. Lawê min miriye û sê zarokên wî sêwî mane. Mafê wan e ku weke her zarokî bijîn. Ez jî ji bo wan parsê dikim. Weke din ti derfetên min nînin.”

“EZ KAREKÎ LAYIQ BI NEXWEŞIYA XWE DIXWAZIM”
Jineke din jî ya bi navê Sebah Ehmed ku bi navê Sebûha tê naskirin, li bajarê Qamişlo parsê dike. Sebûha rewşa xwe wiha diyar kir: “Ez û hemserê xwe ji hev qetiyane û dayîka du zarokên nexweş im. Berê di malan de min karê paqijiyê dikir, lê piştî bûyereke trafîkê ji lingê xwe seqet bûm. Ji ber wê êdî min nikarî wî karî bikim û min çare di parsê de dît. Ji saziyên taybet dixwazim karekî li gorî rewşa min ji min re peyda bikin.”