Piştgirên Kurdan hevgirtina wan û çiyayên wan in

125

Hediya HISÊN/Qamişlo

Rewşenbîrên bakur û rojhelatê Sûrî serkeftina gerîla ya li Garê pîroz kirin û serbilindiya xwe bi berxwedana keç û xortên xwe anîn ziman.

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Enahîta Sîno li ser mijarê wiha axivî: “Çiyayê Garê di navbera başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê de ye û cihekî stratejîk e. Ji ber wê dewlat tirkî ya dagîrker xwest dagîr bike. Çimkî eger Garê bikeve wê derfetên dagîrkirina başûr, rojava û çiyayê Şingalê li pêşiya dewleta tirkî fireh bibe. Bêguman dagîrkirina Garê ne plana dewleta tirkî tenê bû, Israîl û Emerîka jî di nava planê de bûn. Berxwedana keç û xortên me cihê rêzgirtinê ye. Dewleta tirkî xwe xapand, ziyaneke mezin gihatiyê û mînakeke piçûk bû ku nikare Kurdan bişkîne.”
Enahîta Sîno got, çiqas helbest, nivîs û gotar bên nivîsîn mafê berxwedana li Garê û Heftenînê nadinê. Erkek ji erkên me ye em bi nivîsan vê berxwedanê bidin pêş û bi pênûsên xwe lê xwedî derkevin.
Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Helbestvan Ebûd Mixso jî wiha axivî: “Serkeftina Garê ji bo hebûna Kurdan û tinebûa dijmin bû bendek. Garê mînakeke ji serkeftina Heftenîn û Kobanê ye.

Çima Garê ?
Çawa ku Kerkûk dilê Kurdistanê ye, Garê jî dilê çiyayên Kurdistanê ye. Çimkî di navbera çar perçeyên Kurdistanê de ye. Rewşenbîrên bakur û rojelatê Sûrî bi pênûsên xwe piştgiriya berxwedana li Garê kirin. Bi nivîs û helbestên xwe em berxwedana Kurdan didin pêş. Bi vê berxwedanê cîhan matmayî ma. Dewleteke hêza duduyan ya NATO bi çekên herî pêşketî, li himberî hêzeke ku ti kes piştgirya wê nake û bi çekên piçûk şkest.”
Mixso di dewama axaftina xwe de wiha got: “Serkeftina Garê moralê Kurdan bilind kir. Yekîtiya Kurdî jî bi vê berxwedanê bihêz bû û civînên xwe domandin. Çimkî ev demek e hevdîtin rawestiyabûn. Di navbera her du aliyên Kurdî de xemsarî û bêbawerî çêbûbû. Lê bi vê berxwedanê ev xemsarî rabû.”
Mixso bang li Kurdên Başûr kir ku neyên lîstik û planên dewleta tirkî û ji tecrûbeyên kevin dersê bigirin. Ji bilî çiyayên Kurdan hevalên wan nînin û em piştgirên hev in.”