Pêşengê nivîsa Kirdkî

39

Mela Ehmedê Xasî yan jî bi navê xwe yê tam Mela Ehmedê Sofî Hesenî, weke nivîskarê berhema yekê ya nivîskî ya bi Kirmanckî tê zanîn. Ev alimê dînî yê Kurdistanê 18´ê Sibata 1951’ê wefat kiribû.
Berhema wî Mewlîda Nebî yan jî Mewlîda Kirdkî di heman demê de berhema yekê bi Kirmanckî ya çapkirî ye jî.
Mela Ehemedê Xasî sala 1867 yan jî 1868 (1283 yê hicrî) li gundê Hezan hatiye dinê. Ji ber ku bi eslê xwe ji eşîra Zîktî û ji gundê Xasan ê li ser sînorê Dara Hênê û Licê ye, jê re Mela Ehmedê Xasî tê gotin. Lê ew bi xwe li gundê Hezan çêbûye û miriye. Hezan bi xwe îro yek ji gundên mezin ên Licê ya Amedê ye. Ehmedê Xasî li ber destê bavê xwe xwendiyê û paşê jî weke feqî xwendina xwe dewam kiriye. Wî paşê li Amedê xwendina xwe li Medreseya Mesûdiye temam kir û ji miftiyê Amedê Hecî Îbrahîm Efendî îcazeya xwe girtiye.
Wî her wiha xwendina tesewufê kir li ber destê şêxê Neqşibendî Şêx Evdilqadirê Hezanî. Wî îcazeya şêxîtiyê wergirt, lê ti carî şêxîtî nekir. Ew demekê li miftîtiya Diyarbekirê dibe muderis. Li gundê xwe Hezanê dibe muderis. Ew demekê bû miftiyê Licê, lê zêde nekişand, piştî salek û 2 mehan wî ji vê wezîfeyê îstîfa kir.
Wî sala 1892´yan Mewlidê Kirdkî nivîsî û li Amedê li çapxaneya Lîtografyayê sala 1899´an 400 nusxeyên wê çap kirin. Berhem heta îro gelek caran bi tîpên Erebî û Latînî derçûye. Heta weşanên Nûbiharê CD´ya xwendina wê jî tevî kitêbê bi xwendina Roşan Lezgîn çap kir. Wî ji bilî Kirmanckî û Kurmanciyê bi Erebî, Farisî û Tirkî jî dizanî.
Sala 1909´an Mela Ehmedê Xasî ji Amedê hat sirgûnkirin û şandin Rodosê.
Wî li Amedê, li gundê xwe Hezanê ji vê dinyayê bar kir û çû ber rehm û dilovaniya Xwedê.
OZGUR POLÎTÎKA