Li Mexmûrê Mihrîcana 13. ya 4’ê Nîsanê dest pê kir

37

Li Wargeha Mexmûrê Mihrîcana 13. ya Çand û Werzişê ya 4’ê Nîsanê dest pê kir. Mihrîcan bi tornûvaya fotbulê hat destpêkirin û wê heta 4’ê Nîsanê bi çalakiyên curbecur berdewam bike.
Bi pêmana 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Wargeha Mexmûrê Mihrîcana 13. ya Çand û Werzişê ya 4’ê Nîsanê dest pê kir. Mihrîcanê wekî hemû salên din bi turnovaya futbolê dest pê kir.
Beriya ku mihrîcan were destpêkirin li ser giyanê tevahî şehîdên Garê deqeyek rêz hat girtin û pişt re li ser girîngiya mihrîcanê Mamoste Cemîl Kara axivî. Kara di serî de mihrîcana çand û werzişê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: “Hemû şervanên azadiyê niha li her qadê li beramberê dijminên hov têkoşîn dikin. Em jî vê mihrîcana xwe diyarî wan berxwedêrvanan dikin. Armanca me ya vê mihrîcanê, pîrozkirina 4’ê Nîsanê ye. Bi pêşengiya qada perwerdê emê bi tûrnûvaya fotbûlê dest bi mîhrîcana xwe bikin. Her wiha em silavên xwe ji çalakvanên greva birçîbûnê re dişînin. Emê bi saya van çalakiyan, Rêberê xwe azad bikin. Li her qada ku çalakî lê tê kirin, ew der pîroz e. Heta ku em Rêberê xwe azad nekin, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em di wê baweriyê de ne em ê teqez bi serkevin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.”
Pişt re Mihrîcana 13. ya Çand û Werzişê ya 4’ê Nîsanê bi tûrnûvaya fotbulê dest pê kir. Wê çalakiyên ji bo mihrîcanê heta 4’ê Nîsanê berdewam bikin.