Li Herêma Cizîrê kirêya xaniyan hat diyarkirin

28

Meclisa Rêveber ya Herêma Cizîrê bi biryarekê kirêya xaniyan û bendên din yên têkildarî kirê diyar kirin.
Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê li ser malpera xwe ya fermi ev agahî dan: “Li ser bingehê berjewendiya giştî û ji bo rêgirtina li bihabûna kirêya xaniyan, ev biyar hatin girtin:
1-Kirêya xaniyan li gorî van beşên li jêrê diyar dibe:
Beşa 1: Kirêya xaniyên normal di navbera 10 û 50 hezar lîreyên Sûriyê de ye.
Beşa 2: Kirêya xaniyên navî di navbera 50 û 75 hezar lîreyên Sûriyê de ye.
Beşê 3: Kirêya xaniyên baş di navbera 75 û 100 hezar lîreyên Sûriyê de ye.
Beşa 4: Kirêya xaniyên sûper dîloks di navbera 100 û 150 hezar lîreyên Sûriyê de ye.
2- Di belgekirinê de peymana kirêkirinê ya ji aliyê Yekîtiya Esnafan ve hatiye derxistin, esas e.
3- Piştî erêkirina komînê û Nivîsgeha Karûbarê Avayîsaziyê ya Ewlekariya Hundir, peyman li gel şaredariya têkildar tê belgekirin.
4- Hevserokên her komînekê û endamên rêveberiya komînê belgeyeke taybet bi xaniyên li erdnîgariya komînê hatine kirêkirin, li cem xwe dihêle.
5- Divê hevserokatiya komînê û endamên rêveberiya komînê, çalakiya kirêkirinê yên avahiyên di erdnîgariya komînê de bişopînin û li dijî muxalefetan tedbîrên pêwîst bigirin.
6- Di rewşên betalkirina peymana kirêkirinê, bidawîbûna wê, dabînkirin û lêçûna restorekirin û di rewşên din de, bendên qanûna sîvîl li ser eqdê kirêkirinê derbasdar e.
7- Peymanên ku beriya derxistina vê biryarê pêk hatine, heta bidawîbûna dema xwe wekî xwe dimînin. Piştre bi erêkirina her du aliyan û piştî ku bendên li dijî vê biryarê tên rastkirin eqd tê nûkirin.
8- Yên bendên vê biryarê pêk neynin, miqdareke pere bi qasî du qat pereyên kirêyê wekî ceza lê tê birîn. Heke muxalefe dubare bibe, ev miqdar du qat dibe û eqdê wê kesî betal dibe.
ANHA