Li El-Şehîl kesên nenas ciwanek kuştin

35

Kesên ne nas roja Çarşemê ciwanê bi navê Ewac Îbrahîm El-Xezam yê ji şêniyên bajarokê El-Şehîl yê gundewarê rojhilatê Dêrezorê kuştin.
Nûçegihana ANHA ragihand ku 2 kesên ne nas li ser motorsiklêtekê, gule berdane Ewac û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.
Şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê di demên dawî de çalak bûne û li dijî sivîlan bi taybetî li dijî jinan bi dehan bûyerên kuştinê kirine.
Ber vê bûyerê jî cenazeyê jineke serjêkirî li bajarokê El-Sebha yê gundewarê rojhilatê Dêrezorê hatibû dîtin.
ANHA