Kurdayetî

40

Dijwar Ehmed Axa

Ji ber ku zana, xwendevan, rewşenbîr û ronakbîrên Kurd di milê heskirina welat de xwediyên mîraseke mezin û giranbiha bûn, (di heman demê de ji bo Kurdistanê pir şoreş û serhildan çêbûbûn) fikra netewperwerî û evîna welat her dem û her gav di hiş û mejiyê wan de cihê xwe çêkiribû. Ango fikra kurdîtiyê mohra xwe li kar û xebata wan xistibû.
Komela Pêşketina Kurdistanê; ji destpêka avakirina xwe ve (sala 1918) li ser vî bingehî karê xwe dimeşand û kesên Komele damezirandîn ev bûn: Xelîl Xeyalî, Hemzeyê Miksî, Bedîûzeman Seîdê Norsî. Komeleyê bandora xwe li kovara “Jîn” jî kiribû. Lewra nivîsar û helbestên di kovarê de derketîn bi awayekî eşkere û berbiçav vê didin diyarkirin.
Armanc azadiya gelê Kurd û rizgarkirina Kurdistanê bû. Ji bo gihîştina vê armancê, di tevayiya jimarên kovara “Jînd” de doza kurdî hatiye raghandin û di wê rê de xebat hatiye kirin .
Emê niha ji we re li ser vê mijarȇ çend mînakan bidin diyarkirin. Name, nivîsar, helbestên di jimarên kovarê de hatîn weşandin ev in:
Yek
DR Fuad Berxo, şehîdê Kurd û Kurdistanê (1887-1925) di nameya xwe ya di dîroka 29/11/1918`an de wiha nivîsiye:
“Pêşedem çiqas tarî û bibager dibe bila bibe, ew ciwanên ku îro ji bo kurdîtiyê diqîrin, ez li pêşberî wan bi xuşûeka kûr û xwedayî, bi bawereyeka ezelî serê xwe ditewînim”
Jîn jimar 5 , rûpel 11
Dido
Evdirehîm Rehmî. (1980- 1958) fikra welatevînî û niştimanperwerî li cem nivîskar û hozan Evdirehîm Rehmî yê Hekarî bûye evîneke dijwar. Wê evînê, di nivîsara wî ya bi dîroka 26.1.1919 `an de, ku bi serenivîsa “Welat” hatiye weşandin, wiha rû daye:
“Îroke di qelbê me hemûyan de evînek heye, agirek heye ku em daîma bi wê eşqê, bi wê evînê disjoin, diqelin û ji ber wî agirî ne xwedanmal in, ne xwedankur in, ne xwedanheyat in. Welhasil bi her tiştê xwe em hazir in di wê rê da bidin. Ew çi eşq e, çi evîn e? Helbet ew evîniya welat e”.
Jîn jimar 8 rûpel8
Sisê
Yûsif Zîya: (1882–1925) Ramanên wî yên kurdayetiyê di nava welatparêzan de deng veda û ciyekî pir bilind girt û bûye dozeke mûqedes. Ev jî, di vê helbesta ku şehîdê Kurd û Kurdistanê Yûsiv Ziya yê Bedlîsî ji kovara “Jîn” re wek nameyekê şandiye, eşkere tê xuyakirin:
“EL,an ku disekine li qeza Kilîsî
Meşxûl e bi tehsîla pare filûsî
Ya Reb tu ji cemaeta Kurdan binivîsî
Mexmûm û feqîr Yûsif Betlîsî”
Jîn jimar 22 rûpel qap a diduyan
Çar
Memdûh Selîm: (1898–1976) Ji ber ku armanca Komela Pêşketina Kurdistanê û armanca kovara Jîn doza kurdîtîyê bû, di nivîsarên civakî da jî girîngî ji wê doze re hatiye dayîn. Em dikarin nivîsara Memdûh Selîm a bi sernivîsara “Xanima Kurd” wek nemûne nîşan bidin. Nivîskar di cîyekî ji wê nivîsara xwe da wiha gotiye:
“Pîreka (Jin) Kurd ji xwe azad e, sermiyanê mala xwe ye, ji bil daxwaziyên dînê islamê ji qeydên nuxaftinê azad e, ketiye nava jîna civakî ya ku mêr jî tê da ne û di wê jînê da ciyekî rêzdariyê girtiye.”
Jîn jimar 22 rûpel 8.