Kongreya Damezrîner ya Meclisên Herêmên Dêrezorê hat lidarxistin

40

Bi armanca bi rêxistinkirina xebatê meclisên herêma Dêrazorê da ku karibe hê baştir xizmetê pêşkêş bike, Kongreya Damezrîner a Yekemîn a Meclisên Herêmên Dêrazorê hate lidarxistin.
Kongreya Damezrîner ya Meclisên Herêmên Dêrezorê li hola civînan ya Meclisa Sîvîl ya Dêrezorê ya li herêma Meamil li dar ket. Endamên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, şandeyek ji Koalisyona Navneteweyî, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê, QSD, endamên saziyên sîvîl û meclisên hatîn avakirin, herwiha şêx û rûspiyên herêmê di kongreyê de amade bûn.
Piştî rêzgirtinê bi navê Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid lidarxistina kongreyê ji bo şêniyên Dêrezorê yên salên dawî êş kişandî, bi rojeke dîrokî bi nav kir û wiha got: “Bi fedekariya QSD’ê ku bi hezaran şehîd dane, herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, meclisên herêmî û Meclisa Sîvîl ya Dêrezorê hatin avakirin.”
Bi navê Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed El-Xebîl jî diyar kir ku avakirina meclisên Dêrezorê di dîroka Rêveberiya Xweser de gaveke girîng e û wê hêzên leşkerî yên herêmê ji bo xizmeta welatiyan û parastina saziyan bi hev re bixebitin.
El-Xebîl diyar kir ku avakirina 4 meclisan li Dêrezorê tê wateya piştgiriya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê.
Bi navê Meclisa Qanûnsaz Ziyab El-Cîlat jî got, serkeftinên li Dêrezorê berhemên keda şehîdan in. Ji ber wê divê em di Rêveberiya Xweser de li hemberî planên dijber bisekinin.
Bi navê Meclisa Rêveber ya Dêrezorê Xesan El-Yûsif jî got, guhertina li Dêrezorê çêdibe, destpêka jinûvesazkirina sazûmaniya Rêveberiya Sîvîl ya Dêrazorê ye û wiha domand: “Rêveberiya Sîvîl û rûspiyên eşîrên herêmê, ji 8 mehan ve ji bo vê roja dîrokî kar dikin, ku 4 meclisan li Dêrezorê ava kirin.”
Di dawiyê de endamên meclisên Dêrezorê sond xwarin ku projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser biparêzin.
ANHA