Konferansa 5an hat lidarxistin

89

Leylan Reso/Qamişlo

Bi durişma “Di Felsefe û Zanista Azad de ber bi Avakirina Neteweyaa Demokratîk ve” konferansa 5an ya Akademiya Civaka Demokratîk li bajarê Amûdê hat lidarxistin.

Akademiya civaka demokratîk 6.4.2013 an hat avakirin. Konferansa yekê ya xebata perwerdeyê li Amûdê hat lidarxistin. Destpêkê bi navê Nûrî Dêrsimî bû. Pişt re Saziya Zanist û Ramanên Azad. Herî dawî jî bi navê Akademiyên Civaka Demokratîk xwe bi rêxistin kir. Li seranserê Rojava navendên perwerdeyên Akademiyan hene û tê de dersa dîrok, çand, exlaq û bîrdozî tê dîtin. Ji bo ku li seranserê bakur û rojhilatê Sûrî navend bên vekirin plan hatiye dayîn û gav bi gav pêk tê. Li Minbic, Tebqa û Eyn Îsa pêk hatiye.

Derbarê mijarê de Hevserokê Akademiya Civaka demokratîk Selah Şêxmûs ev nirxandin kir: “Her du salan Konferansên me tên lidarxistin. Karê me yê hundirê du salan tê derxistin, di vê konferansê de tê nirxandin. Hem pirsgirikên perwerdeyê çêdibin, hem jî ji bo perwerde di nava civakê de bigihe encamê. Guhertineke demografîk di nava Akaemiyê de çêbûye û erkên demê bi demê re tên guhertin. Sê faktorên sereke yên sîstema neteweya demokraîtk hene; civakeke demokratîk, ekolojîk û aborî. Erkê sereke pêkanîna pêwîstiyên fikirî û hêviyên vê sîstemê ne.