Karayilan: Lehengên Garê Erdogan neçarî gotina “Em bi bin ketin” kirin

61

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku cara yekê ye Erdogan neçar dimîne bêje ‘Mixabin em bi ser neketin’ û got, lehengên me yên li Garê ev axaftin bi Erdogan dan kirin.”
Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî û bi berfirehî qala êrişa dagîrkeriyê ya li ser Garê û berxwedana gerîla kir.
Karayilan diyar kir ku şer û berxwedana Garê di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de ji niha ve cihekî girîng girtiye û got, bi ked, wêrekî û fedakariya şehîdan ev destan hat nivîsîn. Karayilan da zanîn ku êrişa ser Garê ne operasyoneke asayî bû; di asta herî bilind de hat birêxistinkirin, biryar li ser hat dayin û got, serokkomar, wezîr û fermandarên wan yên giştî bixwe li ser sekinîbûn. Herwiha bi mehan amadekariya wê kirin û pişt re êriş kirin.

“EGER BI SER BIKETANA WÊ HILBIJARTINA PÊŞWEXT BIKIRAN”
Karayilan axaftina xwe wiha domand: “Eger di êrişên xwe de bi ser ketibûna wê hilbijartina pêşwext pêk bianiyan. Bi vê armancê tevgeriyan. Di nava sal û nîvê de li bakurê Kurdistanê ji Serhedê heta Mêrdîn û Dersimê li dijî hêzên me deh operasyon pêk anîn. Ev hemû bêencam man.

“WÊ BI ÊSÎRAN PROPAGANDA BIKIRAN”
Li heman herêmê êsîr hebûn. Di vî warî de agahiya wan hebû. Me jî dizaniya haya wan ji vê heye. Dixwestin sax yan jî mirî bixin destê xwe û propagandayê bikin. Pêdiviya wan bi vê hebû ji bo desthilatiya xwe bidomînin.
Erdogan bi qumarê lîst û xisirî. Ji bo dagîrkirinê hat û nikarî dagîr bike. Êsîran jî li şûna rizgar bike kuştin; gelek zêde xisirî.

“ERDOGAN CARA YEKÊ NEÇAR MA BÊJE ‘EM BI SER NEKETIN”
Karayilan da zanîn ku Erdogan cara yekê ye neçar ma ku bêje ‘Mixabin em bi ser neketin’ û wiha dewam kir: “Lehengên me yên li Garê ev axaftin bi Erdogan dan kirin. Em çiqas qala berxwedana li Garê bikin têrê nake.

“HEYETÊN SERBIXWE DIKARIN BÊN”
Karayilan da xuyakirin ku ji sedî sed operasyon ne ji bo rizgarkirina êsîran bû û got, dijmin xwest li navenda Garê bi cih bibe. Lê belê dîtin ku dor li wan hatiye girin. Neçar man vekişin. Bila malbatên êsîran, gelê Kurd û gelên Tirkiyê baş bizanin ku ji bo rizgarkirina êsîran hewl nedan. Em vekirî ne, heyetên serbixwe/navneteweyî dikarin bên qada me. Cenazeyên hevalên me yên şehîd bûyîn, dikarin ji wan mînakan bigirin. Dikarin li kampê lêkolînê bikin. Em wan vedixwînin; bila bên lêkolîn bikin. Bila bên bibînin ka faşîzma tirkî çi kiriye.”