Jinên Dêrezorê bernameya 8`ê Adarê eşkere kirin

35

Bi pêmana Roja Jinan ya Cîhanê Komîteya Jinan ya Meclisa Sîvîl ya Dêrezorê komek çalakiyên bi hevkariya Meclisa Jinan û Malbatên Şehîdan ya Dêrezorê orgenîze kirîn eşkere kirin.
Endama rêveber ya Komîteya Perwerdeyê ya Dêrezorê Fatme Mihemed bi navê jinên Dêrezorê bernameya çalakiyên ji bo 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Daxuyanî li pêşiya Kelha Helebiyê û Zelebiyê ya gundewarê rojavayê Dêrezorê hat xwendin.
Hemle bi durişma”Bi ruhê Hindê û Seida emê pêvajoya 8`ê Adarê bidomînin” dest pê dike û di bernameyê de semînr, panelên pênaseya Roja Jinan ya Cîhanê, têkoşîna jinan di dîrokê de digel desthilatiya hikumetên destpot û zihniyeta mêrdestiyê û heta piştî rizgarkirinê hene.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hindê û Seida wê her tim ji bo jinan tîrêjên ronahiyê, çavkaniya hêzê û ilhamê bin û wiha hat gotin: “Îro em di şoreşeke rastî de ne ku ew jî şoreşa jinan e. Projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser piştgirî dan jinan ku maf û azadiya xwe bi dest bixin, di heman demê de felsefeya neteweya demokratîk xwe dispêre jinan.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kuştin û tundiya ku jin pê re rûbirû dimînin, pirên ronahî, azadî û rûmetê ne da ku paşrojeke azad bi bi dest bixin, bi ruhê Henaa El-Seqir wan dest pê kir û bi ruhê Hevrîn Xelef li ber xwe dan û wê bi ruhê Hindê û Seida dewam bikin.
ANHA