Jinan komxebatek li dar xist

34
????????????????????????????????????

Meclisa Jinan ya PYDê ji bo xurtkirina rola jinan di warê siyasî de, komxebatek organîze kir.
Komxebat roja Çarşemê li hola civînan ya li navenda giştî ya PYD`ê li bajarê Qamişlo bi amadebûna jinên endamên partiyên siyasî yên herêma Cizîrê, Mala Êzîdiyan ya Herêma Cizîrê, Kongreya Star hat lidarxistin.
Mijarên komxebatê ji aliyê endama Meclisa Jinan ya PYD`ê Sema Bekdaş û hevseroka Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê Welîda Hesen ve hatin pêşkêşkirin.
Axaftvanan diyar kir ku xala yekê ew e ku jinên ku cihê xwe di nava partiyên siyasî de digirin, bên aktîfkirin. Herwiha pêşxistina jinan di milê siyasî de û nîqaşkirina li ser zagonên navneteweyî ku jinan di paşrojê de biparêze.
Mijara yekê ji aliyê Welîda Hesen ve hat şîrovekirin ku xala yekê li ser hêza jinan ya li ser pêkanîna kontrolkirina cihekî û birêvebirina wê û da zanîn ku ev yek pêşî li cem tevgerên nîştimanî yê ku banga mafên sivîl û bingehîn dikirin, derket holê.

‘DIVÊ ARMANCA ME GUHERTINA ZAGONAN BE’
Welîda got, eger rola jinan di warê aborî û siyasî de pêş bikeve wê pêşketinê di warê civakî de jî biafirîne. Herwiha wê rê li ber pirsgirêkên civakî jî bê girtin.
Welîda diyar kir ku cudahiya di navbera aktîfkirina jinan û pêşxistina wan di warê siyasî de ew e ku pêşxistin tê bi wateya girêdana bi mijarekî tenê ve, lê di aktîfkirina jinan de tê wateya ku aktîfkirina wê di gelek waran de wekî siyasî, civakî û aborî.
Piştre nîqaş li ser têgîna aktîfkirina jinan di warê siyasî de hat kirin. Di nîqaşan de hat diyarkirin ku divê kêmasiyên heyî di pêşerojê de li cem jinên siyasetmedar bên derbaskirin.
Piştî nîqaşan li ser danezana mafên mirovan ya navneteweyî sînevizyonek hat pêşkêşkirin û ji aliyê Welîda Hesen ve hat şîrovekirin.
ANHA