“Em sala 2021’ê bikin sala azadiya jinan”

47

Li kantona Qamişlo bi pêmana 8’ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê, semîner hatin dayîn. Hat gotin felsefeya azadiya jinan ya rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirî, hêzeke mezin da jinan da ku ji bo azadiya xwe têbikoşin.
Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê de ku bi durişma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” li bakur û rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin, Kongreya Star ya kantona Qamişlo semîner li bajarokê Girbawî, navçeya Til Hemîs û Amûdê dan. Semîner bi amadebûna bi dehan jin hat dayîn. Hola semîneran bi wêneyên şehîdan, alên Kongreya Star û pankartên durişmên çalakiyan hatibû xemilandin.
Semînera li bajarokê Girbawî ya kantona Qamişlo ji aliyê endama rêveber ya Kongreya Star Hala Faris ve hat dayîn. Hala roja 8’ê Adarê da nasîn û diyar kir ku 8’ê Adara 1857’an bi hezaran jin daketin meydana New York û doza mafên xwe, pêkanîna wekheviya jin û mêr û rakirina neheqiyê ji wan kirin. Bi wê re ev roj bû rojek ku jinên cîhanê rabûn . “
Hala Faris Roja Jinan ya Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û şehîd Hind û Seida bi bîr anîn û got, sala 2021’an wê bibe sala azadiya jinan.
Semînera li avahiya Komîteya Rêveberiya Dibistanan ya navçeya Til Hemîsê ji aliyê endama Dîwana Edaleta Civakî ya Til Hemîsê Gulşîn Îbrahîm û endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Herêma Cizîrê Hemdiya Ehmed ve hat dayîn.
Di semînerê de behsa dîroka Roja Jinan ya Cîhanê hat kirin û şoreşa jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê kir. Hemdiya Ehmed wiha got: “Îdeolojiya azadiya jinan ya rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirî hêzeke mezin da têkoşîna tevahî jinên Rojhilata Navî û cîhanê û rê li pêşiya wan vekir.
Li navçeya Amûdê jî semînerek li hola civînana ya Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê hat dayîn. Endama rêveber ya Meclisa Edaleta Jinan Henîfa Mihemed semîner bi rê ve bir.
Henîfa Mihemed têkoşerên ku ji bo jiyaneke azad û wekhev canê xwe dan bîr anîn û li ser dîroka Roja Jinan ya Cîhanê û rola kapîtalîzmê û bandora wê li têkoşîna jinan wiha got: “Kapîtalîzm hewl dide siyaseta nirxên civakê yên cewherî têk bibe, dixwaze 8’ê Adarê ji cewherê wê derxîne, lê di vê rojê de hemû jinên cîhanê bi israreke ku ji berê bihêztir dadikevin qada û rengê jina berxwedêr û têkoşer û kedkar îfade dikin.”
Semîner bi durişmên banga azadiya jinan bi dawî bû.
ANHA