Dayîkên gerîla: Fedekariya ciwanên me yên li Garê, hêza me xurtrir dike

47

Dayîkên gerîlayên HPGê serkeftina Garê li rêber Abdullah Ocalan, pîroz kirin. Dayîkan serbilindiya xwe bi fedekariya keç û xortên xwe anî ziman ku dewleta tirkî çiyayên başûrê Kurdistanê dike hedef, siyasetmedarên li Bakurê Kurdistanê digire û bi hewldana tinekirina gelê Kurd sûcan li bakur û rojhilatê Sûriyê dike.

Artêşa tikrî ya dagîrker di 10’ê Sibatê de bi çekên pêşketî êrişî herêma Garê ya başûrê Kurdistanê kir. Piştî berxwedana 4 rojan gerîla êrişên wan têk birin û serkeftina berxwedana xwe ya li hember hovîteya dewleta tirkî ragihandin.
Welatiyan êrişa li dijî herêma Garê şermezar kir, herwiha kêfxweşiya xwe ya ji bo serkeftina gerîla li dijî dagîrkeriya tirkî anî ziman. Girêdayî mijarê dayîkên gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) ji ANHA re axivîn.
Xirme Elî Xelef dayîka gerîla Hêvîdar Tirbespiyê, ku di 2013’an de tev li refên gerîla bûye, serkeftina HPG’ê li çiyayên Gerê ya li hemberî dewleta tirkî ya faşîst li rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.
Xirme Elî Xelef axaftina xwe wiha domand: “Zarokên me ji bo jiyaneke azad, riya şehadet, azadî û parastina Kurdistanê, ji xwe re bingeh girtin.”

“EM BI BERXWEDANA KEÇ Û XORTÊN XWE SERBILIND IN”
Dayîka gerîla Hêvîdar diyar kir ku berxwedana keça wê hêza wê bilind dike û wiha got: “Ji bo ku gelê Kurd û gelên herêmê azad bijîn, keçên me her tim amade ne ku li tevahî parçeyên Kurdistanê, şer bikin.”
Ji aliyê din Mûntehe Xelîl Ebdullah dayîka gerîla Arîn ku di 2012’an de tev li gerîla bûye wiha got: “Arîn fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo riya berxwedanê ji xwe re kir bingeh.”
Mûntehe Xelîl Ebdullah da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker di êrişên xwe yên li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê de, bin ket.
Mûntehe Xelîl Ebdullah axaftina xwe wiha domand: “Şkestina berxwedana Gerê xewna Erdogan bû, lê her êrişek berxwedana gerîla xurt dike ku hêza xwe ji fedekarî û xwîna şehîdan digirin.”
Mûntehe Xelîl Ebdullah bal kişand ser siyaseta dewleta tirkî ya bi armanca qirkirina gelê Kurd û wiha pê de çû: “Dewleta tirkî çiyayên başûrê Kurdistanê dike hedef, siyasetmedarên li Bakur digire, herwiha bi armanca qirkirina gelê Kurd sûcan li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike.”
MÛntehe Xelîl Ebdullah di dawiyê de da xuyakirin ku wê şopdara riya keça xwe be û heta bidestxistina azadiyê, wê tê bikoşe.
ANHA