Çeteyan komkujiya kirîn qeyd kirin!

33

Kêliyên ku çeteyan li navçeya Şêrawa ya Efrînê bombeya ji dûr ve kontrolkirî teqandin, ji hêla çeteyan ve hat qeydkirin. 2 sîvîl bi vê hovîtiya çeteyan hatin kuştin.
Bombeya ji dûr ve kontrolkirî ya çeteyên dewleta tirkî bi cih kirîn, roja Çarşemê li gundê Basûta yê navçeya Şêrawa ya Efrînê hat teqandin.
Çeteyên teqîna bombeyê qeyd kirîn, dîmen li ser medyaya civakî par ve kirin. Di vê hovîtiya çeteyên dewleta tirkî de welatiya bi navê Heyfa Şerîf (21) û Newzat Ekrem Tûbal (45) jiyana xwe ji des dan.
Çeteyên kirêkirî yên Tirkiyê her her roj komkujiyekê li herêmê dikin. Dewletên Ewropî jî dibînin ku pereyên ji bo koçberan dayîn dewleta tirî dide çeteyan û tenê temaşe dikin.