Çawa Li Hundir Wisa Jî Li Derve

94

Idrîs HENAN

Dema ku mirov li dijî xwezaya xwe biherike, dê bi heqîqeta gerdûnî re rûbirû bimîne. Ji xwe sempatiyên kesayetan li gorî rastiya daxwaza hîsên hundirîn ava dibin. Bi gotineke din; di realîteya mirovan de, hizirîna veşartî ya rasteqîn a gelek cil û berg li xwe kiriye heye. Ango; tu di hundirê xwe de çawa bî, tuyê li derve jî rastî wê werî. Ji lew re, gelek tiştên jiyanî ku pirî caran serê mirovan diêşînin di cewherê xwe de yekbûna fikirînên hundirîn û realîteya ku biçim girtiye ye. Ji ber vê jî ne sosret û ne jî ecêbe ku kesê nikaribe çareyan peyda bike, realîteya wî rev be. Kesê ku hişmendiya wî dagirkerî, talanî û serdestî be, realîteya wî jî sempatiya van kiryaran be ku ji dest derê ti qisûrê nakê.
Vê dawiyê, bi serperştiya şîrketên istixbarata tirk, hinek rojnameyên navneteweyî derbasî herêma Efrînê ya dagirkirî bûn. rojnameya bi nav û deng New York Times a ku xwedê giravî rojevên dunyayê diyar dike, piştî serdana Efrînê, di pêşgotina xwe de dagirkeriya tirk weke benda li ber komkujiyên rejîma Esaad da pênasekirin!. Rojnameya qaşo bi nav û deng ji bîr kir ku rojekê nav li realîteya Efrînê ya piştî êrişên dagirkeriyê yên 20 Çileya 2018’an kiribû “dagirkerî”?! Rojnameyê bi van kiryarên xwe ku eşkere şirîkatiya dagirkeriya tirk dike, hemû pîvanên rojnamegeriya azad bin pê kirin û derveyî rêbazên meslekî rapora xwe amade kir. Ango çi nûçegihan e ku di nava serdaneke çend saetan de dikarîbû hemû jiyana li Efrînê bişopîne? Ma qey rojname nizane ku Efrîn herêmeke kurdî ye ku rêjeya wan tê de ji sedî 95 derbas dikir?
Bê guman dizane û begraunda cografî, siyasî, civakî û etnîkî ya Efrînê ji her kesî baştir dizane. Lê navenda ku li gorî zagona gerdûnî ya “çawa li hundir wisa li derve jî” tevdigere, çiqas xwe bi xemil û xêz bike jî, her realîteya wê sempatiya ji neyar û dagirkeran re ye. Ji bûna vê jî rojnameyek wisa xwe bi nav û deng dihesibîne dikare derveyê nirxên exlaqî yên mirovahiyê bi hêsanî rastiyan berûvajî bike.
Tevî ku gelek sazî û rêxistinên navdewletî “rêxistina efûya navneteweyî, humen rights watch” ku êdî nekarîn rastiya qirkirina li Efrînê li ser destên dagirkeriya tirk û çeteyên wê rû dide veşêrin û di vê derbarê de gelek raport derxistin, lê rojnameya xwe weke dengê heqîqetê dide diyarkirin, ev tişt hemû vala derxist û hewl da rûyê dagirkeriyê xweşik bike! Li ser zarê malbatên çeteyan ku ne şêniyên Efrînê ne, bineya naveroka raporta xwe amade kiriye û dagirkirina Efrînê weke gavek rewa û heqekî meşrû ya tirkiyê bi nav kiriye!
Vê jî naxwazim bibêjim; lê ya ku pêwîste bête lêkolînkirin û li ser bê sekinandin ew e; gelo em weke rojnamevan, çiqas me cewherê dagirkeriyê bi raya giştî re parve kiriye? Me çiqas civaka navneteweyî daye iqna kirin ku tişta li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagirkerî ye ku li hemberî derewên New York Times derkevin? Eger hêza me ya parastinê ewqas rê vekiriye ku sempatiya hemû dunyayê wergirtiye, ecebe çima saziyên me yên ragihandinê nekarîne vê yekê di pratîka rojnamegeriya Rojava, Bakur û Rojhilatî Sûriyê de biteyisînin? Ka reaksyona saziyên pêwendîdar ên li hemberî vê derewa mezin a rojnamegeriya ku xwe şoşbanê rastiyê dibîne? Ecebe tu sendîkayekê ne dikarî daxuyaniyekê jî bida ku tişta di vê raporê de hemû derew in û tenê ji ber berjewendiyên global hatiye nivîsandin? Ecebe… ecebe… hwd.
Bê guman tişta di wê raporê de hatiye gotin ti carî ne gengaz e ku weke “azadiya ramanê” yan jî rojnamegeriyeke azad bête qebûlkirin. Di bin van siloganên derexlaqî de azadî nayê bidesxistin û ne jî têye pîvan. Ên ku heya niha di xeyalên liberalîzmê de xwe fetisandine, encax ew tenê wê raporê qebûl bikin ku hundirê wan jî heman hizirîna amadekerên wê raporê ye?.