Çalakiyên Hefteya Çandê bi dawî bûn

42

Çalakiyên Hefteya Çandî yên MSD’ê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Reqa orgenîz kirî, qediyan.

Di dawiya çalakiyên Hefteya Çandê de şahiyek li avayiya Navneda Çand û Hunerê hat lidarxistin. Nûnerên Meclisa Sîvîl ya Reqa, rûspî û şêxên eşîrên herêmê, wêjevan û rewşenbîrên Reqa di şahiyê de amade bûn.
Sînevizyonek li ser çalakiyên Hefteya Çandê, ji pêşangeha wênexêziyê, şano, pêşkêşkirina fîlm, semîner û rûniştinên folklorî hat pêşandan.
Pişt re Hevseroka MSD’ê Emîne Omer bixêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya xwe bi vegera çalakiyên çandî li bajarê Reqa ku bi paytexta çandê tê nasîn, anî ziman. Herwiha Emîne Omer li ser rewşa çandî ya Reqayê û dema di binê dagîrkeriya DAIŞ’ê de bû axivî.
Nûnerên MSD’ê Emîne Omer, Xelîl Xemîs û Selam Hisên, kesên ku hefteya çandê bi ser xistine, xelat kirin.
Pişt re ji bo her yek ji van nivîskaran merasimeke imzekirinê hat çêkirin; Dilşad Murad ji bo pirtûka xwe “Ideolojiya Qirkirina Etnîkî”, nivîskar Amir Farso ji bo pirtûka xwe ya şanoyê “Helbestvan û Celad” û nivîskar Celaa Hemzawî ji bo pirtûka “Ji bo kê”.
Şahî bi beşdarbûna gelek stiranbêjên gelêrî yên Reqa û pêşkêşkirina helbestan bi dawî bû.
Di Hefteya Çandê de, rêzeçalakiyên çandî weke kurtefîlm, şanoya bi navê siya mêrekî ya Deham El-Setam, şanoya (gulên sor layîqî general in) ya Fîras Remedan, hatin pêşkêşkirin. Herwiha di çalakiyê de bal li ser nivîsgeha Bor Seîd ku kevntirîn nivîsgeh e û nûnertiya çandê di dîroka Reqa de dike, hat kişandin.
ANHA