“Şehba hê jî dorpêçkirî ye”

46

Hevserokê Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Demokratîk şaxê herêma Efrînê ya dagîrkirî, nêrînên xwe yên têkildarî gumana li ser nermbûna ku hikumeta Şamê li hemberî kantona Şehba dide meşandin, diyar kirin û got, ev ji bo demekê ye.

Ji dema artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê êrişî Efrînê kirên ve, (20`ê Çileya 2018`an) hikumeta Şamê, kantona Şehba û koçberên Efrînê yên li kampên li herêmê dorpêç kirine. Gelek astengiyan ji wan re derdixe û nahêle alîkariyên mirovî û madeyên sereke bi riya bendên ewleyiyê yên li kantonê bigihin wan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR), li herêmê tevî welatiyên herêmên Şehba û koçberên ji Efrînê ku jimara wan gihatiye derdora 250 hezarî, li kampa Serdem, Berxwedan, Efrîn, Veger û Şehba zêdetirî 133 hezar kes dijîn û 120 hezar kes li malên wêrankirî dimînin.

Tevî nermbûna demî ya ku hikumeta Şamê li hemberî derbaskirina madeyan ji kantona Şehba re, lê hê jî gumanên rêveberiya kantonê û koçberên Efrînê hene. Nexasim ku hikumeta Şamê hê jî ji bo derbaskirina madeyên sereke ji kantonê re pereyên zêde bi ser wan de disepîne.

DORPÊÇ Û ASTENGIYÊN DOMDAR

Hevserokê Meclisa Rêveber şaxê herêma Efrînê ya dagîrkirî Bekir Elo, diyar kir ku ji dema dagîrkirina kantona Efrînê ve, hikumeta Şamê astengiyan derdixe û tevgera welatiyan dema ji herêma Şehba derdikevin yan jî vedigerin asteng dike.

Bekir Elo got ji destpêka êrişên artêşa tirkî ve hikumeta Şamê riya Helebê li koçberên Efrînê girtiye, xistine dorpêçê.

 ‘LI HEMBERÎ DERBASKIRINA MADEYÊN SEREKE JI ŞEHBA RE PEREYEKÎ ZÊDE DIXWAZIN’

Derbarê geşedanên dawî yên li kantona Şehba de Bekir Elo ev agahî da: “Tevî hevdîtinên dawî jî, astengî û zehmetî hê jî hene. Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ji bo ku made derbasî herêmê bibin pereyekî zêde dixwazin. Nahêlin nexweş bigihin nexweşxaneyên bajarê Helebê û tevgera welatiyan jî sînordar dikin.”

Bekir Elo hin sozên devkî yên hikumeta Şamê dayîn ku wê dorpêça li ser kantona Şehba sivik bike, bîr xist û got, ev lihevkirinên demî ne û kîjan kêlî be dibe ku hikumeta Şamê sozên xwe binpê bike. Welatiyên herêmê tevî ku welatiyên Sûriyê ne û mafê wan e ku bê qeyd û bend tev bigerin, zehmetiya çûnhatinê dikişînin.”

Hevserokê Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Demokratîk şaxê herêma Efrînê ya dagîrkirî Bekir Elo, bal kişand ser rola Rûsya ku tevî rewşa herêmê û rewşa binpêkirinên ku hêzên hikumeta Şamê dikin, ji Rûsyayê re ragihandine, lê hê bêdeng e û her çiqas şandeyên Rûsya serdana kampan û herêmê kirine, wan rewşa welatiyan bi wan re parve kirine, lê dîsa jî ti soz ji wan pêk nehatine.

ANHA