Qatilê Seida û Hindê: Tirkiye destekê dide me

54

Qatilê Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr hûrguliyên vî sûcî eşkere kirin û diyar kirin ku deweleta tirkî destekê dide wan.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di operasyona tolhildana şehîd Seida û Hind de ku 4’ê Sibatê dabûn destpêkirin û 14 Sibatê temam bû , yek ji qatilên Hevseroka Meclisa Bajarokê Til-El-Şayir ya navçeya Deşîşa Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr girtin.

Di çarçoveya operasyonê de, QSD, YPJ/YPG, Hêzên Ewlekariya Hundir bi ser bi dehan baregehên şaneyên DAIŞ’ê de gitin. Di encamê de 87 çete girtin, ku di nava wan de qatilekî şehîd Seida û Hind yê bi navê Îbrahîm Ebdulrezaq (Hetler) jî hebû.

Çete Îbrahîm Ebdurezaq di mikurhatinên xwe de behsa tevlîbûna xwe ya nava çeteyên DAIŞ’ê de dike û diyar dike ku çeteyekî DAIŞ’î bi riya cil û şeklê wî nas kir “Kirasekî kurt li xwe dikir, ji dema ku min ew dît, min dewlet jî nas kir.”

Çete wiha didomîne: “Gelek caran min ew li dikaneke parçeyan didît, min hejmara telefona wî girt û pêre têkilî danî. Min jî xwest ku wî careke din bibînim û min ew dît. Min jê re got dixwazim tev li we bibim. Lê armanca min qezenckirina pereyan bû.”

HÛRGULIYÊN KUŞTINÊ

Têkildarî sûcê kuştina Hind û Seida, çete wiha parve dike: “Dem ber êvarî bû, Ebû Umer bi telefonê bi min re axivî, agahî da min ku kesek girêdayî wan e bi navê Ebû Osman wê li gel min biaxive, lê min jî re got çalakiya sêyemîn a ku ez bikim ji bo wan e, lê heger werin naskirin, wê çawa bibe?”

Bersiv da got: ” Xema nexwe, rêxistina me ya sereke li Tirkiyê ye, fermandarên me hemû li Tirkiyê ne, biryar û ferman û destek hemû ji wir tên. Heger tu werî eşkerekirin emê te birevînin Tirkiyê û wê maleke te li wir hebe.”

Çeteyê bi navê Îbrahîm Ebdurezqa Hetler wiha dewam kir: “Talîmat û destek ji Tirkiyê tên. Soz dabûn min ku 150 dolarî bidin min, lê heta niha min tiştek nedane. Min çiqas ji Ebû Omer pirs dikir, digot hîna pere nehatine.”