Ji bo pêşbirka kurteçîrokan ciwan xwe amade dikin

57

Ronahî/Qamişlo

Bi armanca piştgirî û xurtkirina ciwanên xwedîhuner, Desteya Ciwanan û Werzişê bi piştgirya Ofîsa Lêkolîn û Xwendinê, cara yekê ye pêşbirka kurteçîrokan li dar dixe.

Ji bo tevlîbûna pêşbirkê qeydkirina navan wê heta 25`ê mehê dewam bike. Pêşbirik 27ê Sibatê saet 10an li Navenda Çandê ya bajar Amûdê dest pê dike. Di pêşbirkê de wê li sê kesên serkeftî diyarî werin belavkirin.

Şert û mercên tevlîbûnê ev in: “Divê temenê beşdar di navbera 15-35an de be. Divê kurteçîrok bi zimanê Erebî be û bi ser 500 gotinî nekeve. Kesên dixwazin beşdar bibin dikarin bi li ser vê reqemê  0932217616 xwe bigihînin desteyê.