“Armanca dewleta tirkî siyaseta Tirkkirinê û parçekirina herêmên dagîrkirî ye”

58

Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya kantona Girê Spî, Salih El-Hecî got armanca dewleta tirkî ya perwerdeya bi zimanê tirkî li herêmên dagîrkirî siyaseta Tirkkirinê û parçekirina van herêman ji Sûriyê û girêdana bi serweriya Erdoxan ve ye.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya kantona Girê Spî Salih El-Hecî bal kişand ser siyaseta dewleta tirkî ya tirkkirinê li herêmên dagîrkirî û wiha got: “Armanca dewleta tirkî ew e ku herêmên dagîrkirî ji xaka Sûriyê qut bike û bi Tirkiyê ve girê bide. Vê jî li ber çavê civakên navneteweyî pêk tîne.”

Dewleta tirkî li herêmên dagîrkirî siyaseta perwerdeya bi zimanê Tirkî di dibistanên wan herêman de dimeşîne û ala Tirkiyê li ser dibistanan bilind dike.

Têkildarî mijarê Salih El-Hecî diyar kir ku dewleta tirkî bi siyaseta Tirkkirinê hewl dide ku bingehê mercên guncaw ava bike da ku herêmên dagîrkerî tevlî desthildariya Erdogan bike.

El-Hecî da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker ji bo pêkanîna siyaseta xwe meteryalên xwe dixe dibistanên herêmên dagîrkirî, alên xwe li ser dibistanan bilind dike û leyzok û balonan li zarokan belav dike.