Lloyd Austin bû Wezîrê Parastinê yê Emerîka

74

Destnîşankirina generalê malnişîn Lloyd Austin ji bo wezareta parastinê, li Senatoya Emerîka hat pejirandin. Austin dibe amerîkiyê 2. yê afîrkî ku ji aliyê Joe Biden ve tê hilbijartin.

Austin yê 67 salî digel ku pêdiviya wî bi veqetaneke taybet ji Kongresê jî hebû, ji ber ku di vê dawiyê de teqawît bû û ji bo wezîfeyeke têkildarî sîvîlan hat diyarkirin, piştgiriyeke berfireh ji Demokrat û Komarparêzan girt.

Austin Sêşema borî ango piştî beşdariya leşkeran bi cilên sîvîlan di êrişa 6’ê Çile de ya li dijî Capitol, soz dabû ku li dijî tundrewên di artêşa Emerîka de şer bike.

Austin li pêşiya Komîteya Hêzên Çekdar ya Sentoyê wiha got: “Çalakiyên di demên dawî de di nava hêzên me de bûne, ji nijadperestî û tundrewiyê tên. Ev qet nayê qebûlkirin. Heta karibim ezê kar bikim ku hêzên xwe ji nijadperast û tundrawan xilas bikim.”