Dagirkeriya Tirk Li Til Rifetê Komkujiyek Din Pêk Anî

88

Idrîs Henan

2 jê zarok û jinek bi giştî 3 şehîd û 9 birîndar

Dewleta dagirker a tirk îro danê piştî nîvro, di encama topbarana li ser herêma Şehbayê, li bajarê Til Rifetê komkujiyek pêk anî. Di encamê de 2 zarok û jinek şehîd bûn û 9 sivîlên din ku rewşa yekî giran e, birîndar bûn.

Navên Şehîdan Wiha Ne:

  • Mecêd Yasêr Sekran 5 salî. Ji şêniyên Til Rifetê ye.
  • Abdulmuhsên Sekran 12 salî. Ji şêniyên Til Rifetê ye.
  • Nazliyê Mihemed Mustefa. Ji koçberên Efrînê ye.

Navên Birîndarên Komkujiya Til Rifetê Jî Ev In:

  • Mihemed Nûrî Yûsiv. 35 salî. Ji navçeya Bilbilê yê Efrînê ye.
  • Mihemed Sekran. Ji şêniyên Til Til Rifetê ye.
  • Ehmed Abdulhesen Sekran 33 salî. Ji şêniyên Til Rifetê ye.
  • Elya Heyder Hebeş. 19 salî ye.
  • Xalid Mihemed El’elî. 46 salî ye.
  • Sadiq Mihemed Ebdo. 15 salî ye.
  • Xalid Dodex. 33 salî ye.
  • Se’id Eldîn El’es. 30 salî ye. Rewşa wî giran e.
  • Mezlûm Îbrahîm Dado. 31 salî ye.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê di 2 Berfanbara 2019’an de jî li Til Rifetê komkujiyek pêk anîbûn. Di encamê de 10 sivîlan ku piraniya wan zarok in şehîd bûn û zêdetirî 12 sivîlên din jî birîndar bûn.