QSD`ê li Dêrezorê 3 DAIŞ`î tevî çekên wan girtin

41

QSD`ê bi operasyonekê li gundewarê Dêrezorê 3 çeteyên DAIŞ`ê girtin û gelek çekên bi wan re jî desteser kirin.

Li gorî agahiyên Navenda Ragihandinê ya QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî belav kirîn, hêzên QSD`ê bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî roja Çarşemê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê operasyonek li dar xist.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê da xuyakirin ku operasyon li nêzî gundê Têb El-Fal yê Dêrezorê hatiye lidarxistin û di encamê de 3 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin û çekên wan hatine desteserkirin.