“Li warê xwe koçber im”

73

Êrişa 18 Adara 2018. ya dewleta tirkî ya ser bajarê Efrînê, bû sedema koçberiya bi hezaran malbatan. Koçberî jî bû sedema çîrokên biêş. Tevî êşa dikişînin gotina koçberan her dem ev e: “Emê bi berxwedana xwe xaka xwe rizgar bikin.”

“DI ŞERÊ EFRÎNÊ DE HEVJÎNÊ MIN BÊSERÛŞÛN ÇÛ”
Ji koçberên Efrînê Leyla Henan Mihened, li ser koçberiya xwe wiha axivî: “Bi destpêkirina êrişê re em çûn bajarê Serê Kaniyê. Em du heyvan li wir man. Hevjînê min li Efrînê li şaredariyê dixebitî. Di êrişê de bêserûşûn çû. Ji wê demê ve ti agahî jê nînin. Keçek û du kûrên min hene. Ji ber ku malabata hevjînê min dixwest zarokan ji min bistînin, ji Serê Kaniyê reviyam û min berê xwe da Dêrikê.”

“PÊWÎSTIYÊN MIN BI CILÊN ERDÊ HEYE”
Leyla Mihemed di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li Dêrikê ez û zarokên xwe li cem jineke bitemen bi cî bûn. Min kamp nas nedikir. Wê çûna kampê pêşniyarî min kir. Xelkê Dêrikê hinek cilên kevin ji zarokên min re anîn û heta niha jî bi wan cilan in. Pêdiviya me bi cilên erdê heye. Tişta ku rêveberî dide me ez difiroşim û ji zarokên xwe re xwerek dikirim. Ji bilî rêveberiya kampê ti kes serî li me nade ka em sax in yan mirî ne.”

“HEVGRTINA GELAN SERKEFTINÊ TÎNE”
Leyla Mihemed di dawiya axaftina xwe de hestên xwe wiha anîn ziman: “Çima cîhan tev, li me bûye yek? Berî niha em ji ber çeteyên DAIŞ`ê ji malên xwe derketin û çeteyan mal û milkên me talan kirin. Niha jî çeteyên dewleta tirkî bajarê me dagîr kirin û keda me ya salan hilweşandin. Ma wê heta kengê em di binê êrişan de bin? Xwesteka malbatên koçber tevan ew e ku vegerin bajarê xwe. Lewra ti dever ji mal û bajarê mirov, xweştir nînin. Bi berxwedana YPJ-YPG û QSD`ê û hevgirtina gelên herêmê, emê bi ser bikevin.”